Diyarname
Li Fûara Pirtûkan a Frankfurtê heta niha herî zêde 'Das Kapîtal'a Karl Marks eleqe dîtiye.
Weşangerê alman Joern Schuetrumpf da zanîn ku piştî qeyrana aboriyê ya li dinyayê û serobino bûna piyaseya gelek welatan berê xwe daye Karl Marks.
Li gor weşangerê alman di nav lîsteya ku herî zêde balê dikişîne û tê firotin de pirtûka Karl Marks "Das Kapîtal" tê.
Weşangerê alman diyar dike ku tenê di 9 mehên sala 2008'an de hezar û 500 heb pirtûk firotine.
'Das Kapîtal' ku berhema herî navdar a Karl Marks e, li ser Rexneya Polîtîkaya Aboriyê ye. Bi giştî sê cîld in. Karl Marks dema dijiya cîlda pirtûkê ya yekemîn hate weşandin û dûre jiyana xwe ji dest da. Piştre ji notên ku wî girtibûn hevalê wî
Friedrich Engels cîldên 2'yem û 3'yem amade kir û da çapê.


