Diyarname
Orhan Kemal yek (1914 Edene - 1970 Sofya) romanûsekî tirk e. Di berhemên xwe de li ser karkeran, xwendekaran, jiyana feqîran, çîrok û romanên li ser 'jiyana mirovên li kuçeyê' nivîsandin, têkiliya mirov-civakê bi zimanekî rasteqînî pêşkêş kirine. Orhan Kemal ku di jiyana xwe de 27 roman, 19 pirtûkên çîrokan bi giştî 51 berhem nivîsandine, berê berhemên wî ji bo zimanên cihê hatine wergerandin. Pirtûkên wî "Elkizi" (Keçaxerîb) li Sûriyeyê, "Baba Evi" (Mala Bavo), "Avare Yillar" (Salên Eware) û "Dunya Evi" (Mala Cîhanê) li Yewnanistanê hatine wergerandin. Niha jî li Îsraîlê pirtûkê wî hate wergerandin.
Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê bi projeyeke dixwaze berhemên hunerî, çand û hunera tirk li derveyî Tirkiyeyê bide nasîn. Di vê çarçoveyê de piştî hin xebatan li Îsraîlê pirtûka Orhan Veli "Baba Evi" (Mala Bavo) çap kir. Pirtûka ku ji aliyê Galia Vurgan ve hatiye wergerandin ji aliyê Weşanxaneya Sifriat Maariv ve hate çapkirin. Pirtûk yekem car ji bo îbranî hate wergerandin.


