QAMIŞLO
Endamên Rêxistina PYD’ê ya li bajarê Qamişlo bersiva banga seferberiya gîştî ya TEV-DEM’ê dan û berê xwe dan eniyên şer ên li bajarê Til Temir û Til Birak.
Endamên rêxistinê li pêşiya buroya partiyê ya li bajarê Qamişlo hatin cem hev. Li wir Endama meclîsa partiyê li Qamşlo Beşîre Derwîş daxuyaniyek da ji raya gîştî re xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Erka her kesekî ku li Rojava û di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û parastina YPG/YPJ’ê de dijî ewe ku, li gel hêzên parastinê bisekine û erka xwe ya parastinê bi cih bîne”.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ji ber ku PYD’ê di bin siya civaka Rojava de çêbû ye ew dê piştgirya YPG/YPJ’ê bike û vê civakê biparêze.ˮ
Daxuyaniyê wiha dom kir: ” Divê hêzên xweparastinê yên ku niha li eniyên şer in alîkariya YPG/YPJ’ê bikin. Ji bo vê jî em di PYD’ê de amade ne ku di hemû şert û mercan de piştgiriya yekîneyên parastinê bikin û endamên xwe rêkin eniyên şerˮ.
Di dawiya daxuyaniyê de PYD’ê bang li hemû rêxisitn, sazî û partiyan kir ku piştgiriya YPG/YPJ’ê bikin.
Piştî daxuyanî hat xwendin partiyê girûpek ji endamên xwe şandin eniyên şer ên li Til Temir û ya din jî şandin eniyên şer ên li Til Birak.
ANHA


