Kobanî
Di encama xebatên Koordînasyona Navendî ya Alîkariya ji bo Rojava de, 32 erebeyên kar, ji bo xebatên ji nû ve avakirinê û çareserkirina pirsgirêkan şandin Kobanî.
Şaredariyên bakurê Kurdisrtanê yên DBP'ê yên Mêrdîn, Amed, Batman, Wan, Nisêbîn, Qoser, Kayapinar û Sûrê ji bo destekdayîn û alîkariya Kobanî, 32 erbeyên kar ên ji erebeyên îtfaîye, qemyonên alîkariyê, 3 tireksên CSB, Qirêder û Dozeran pêk tên, şandin Kobanî.
Erebe ku duh danê êvarê di Deriyê Sînor ê Murşitpiranê re derbasî Kobanî hatin kirin, teslîmê Şaredariya Kobanî kirin.
Erebe heta 15 rojan dê di karê paqijkirina herêmê de bên xebitandin. Di nava 15 rojan eger ku karê wan neqede, wê ekîbeke din bê û kar dewam bike.
Endamê Koordînasyona Navendî ya Alîkariya bi Rojava re Huseyîn Yilmaz, der barê bernameya xebatê û kar û barên ji niha û pê ve bên kirin de bi Serokwezîrê Kantona Kobanî û rêveberiya Kantonê re hevdîtin kir û got, "Bi azadbûna herêmê re em dixwazin mercên jiyanê yên mirovên me yên li cih û warên xwe vegerin, baş bikin. Di encama berxwedaneke mezin a tevgera azadiyê ya kurd de, bajar hat azadkirin. Lê belê hilweşîneke mezin li bajêr heye. Bi vê xebatê re wê ji nû ve îmara bajêr û paqijiya hawirdorê bê kirin. Şaredariyên me, erebeyên xwe tevî personel ji herêmê şandin. Bi giştî 32 erebe ji bo 15 rojan wê li bajêr karê ji nû ve avakirinê bimeşînin. Ev xebat bi hevkariya Koordînasyona Navendî û Şaredariyên me ve tê meşandin. Ji bo ji nû ve avakirina Kobanî ya azad, em banga hestyarî û tevkariyê li gelê xwe dikin. Ev destkeftiya mezin bi berdêl û berxwedaneke mezin bi dest ketiye. Dem dema hîn bêhtir xwedîderketinê ye."
Piştî kar û barên qanûnî yên tevahiya rojê dewam kirin, maşînên kar saet di 16:00 de derbasî Kobanî bûn.


