Diyarname
Lîstikvana bi eslê xwe ji başûrê Efrîkayê Charlize Theron bû 'Qasida Aştiyê' ya Neteweyên Yekbûyî.
Ji cîgirên berdevê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ferhan Hak daxuyaniyeke da û da zanîn ku Serokê NY'yê Ban Ki-Mun lîstikvan Theron wekî Qasida Aştiyê ya NY'ê hilbijartiye.
Hak da zanîn ku Theron dê bi taybetî li ser mijara şîdeta li ser jinan bisekine.
Kovara Esquire par Theron wekî "Jina Herî Seksî ya Dinyayê ya ku hê Dijî" hilbijartibû. Chartize Theron bi taybetî li Komara Başûrê Efrîqayê bi xebatên xwe yên civakî tê nasîn.
Theron hê di biçûkatiya xwe de şîdet nas kiriye: Di zarokatiya xwe de bavê wê ku êrîşê diya wê kir,diya wê jî bi guleberdanê ew kuşt.
Lîstikvana navdar di sala 2003'yan de di fîlmê bi navê "Monster" de rola qatilek lîstibû û bi vê rolê Xelata Oscarê bi dest xistibû.
Hefteya pêşiya me dê li NY'ê merasimeke li dar bikeve û bi awayekî fermî dê qasidbûna Theronê bê eşkerekirin.
Tevî Theron hejmara Qasidên Aştiyê yên NY'ê gihîşt 10'an. Berê lîstikvan George Clooney, Michael Douglas, muzîkar Daniel Barenboim, Midori
Goto û Yo-Yo Ma, nivîskar Paulo Coelho û Elie Wiesel, prensera Urdunê Haya Bint El Hüseyin û xwezanas Jane Goodall wekî Qasidên Aştiyê hatibûn hilbijartin.


