Li Îranê heta niha bi ser 5 mîlyon hebî de malper hatine qedexekirin.
Li gor nûçeya Kargozaran berdevkê serdozgeriyê Ebdulsamed Horamabadî daye zanîn ku heta niha wan zêdeyî 5 mîlyon malper qedexe kirine. Horamabadî gotiye ku piraniya ev sîteyên ku hatine qedexekin yên 'li dijî ehlaqê', yên 'antîcivakî' ne û wiha berdewam kiriye. "Neyar ji bo êrîşê nasnameya me ya olî bikin înternetê bikar tînin."
Li Îranê ji bo malperên ku dewletê qedexe kirine fîltre têne bikaranîn. Dema malperek an peyvek qedexe derê bi wê fîltreyê ew malter tê girtin. Bikarhênerên înternetê li Îranê ji bo pêşî li vê fîltreyê bigirin û bikevin malperên ku dixwazin rêyên cur bi cur bikar tînin.
Li gor Cîgirê Wezîrê Ragihandinê yê Îranê Mihemed Xaçepûr li Îranê 21 mîlyon bikarhînerê înternetê heye.
Wekî notek: Serjimara Îranê 70 mîlyon e.


