logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Raporê derewa polîsan derxist holê

Li Cizîrê rapora encama lêpirsîna balîstîkê a Umît Kurt ku di 6'ê meha yekemîn a îsal de li taxa Cudî ji aliyê polisan v

  • Dîrok: 20/04/2015
  • Beş: Nûçe

ŞIRNEX (DÎHA) 

Li Cizîrê rapora encama lêpirsîna balîstîkê a Umît Kurt ku di 6'ê meha yekemîn a îsal de li taxa Cudî ji aliyê polisan ve hatibû qetilkirin hat eşkerekirin. Di raporê tê gotin ku li ser bedena Kurt rastî şopa bikaranîna çek û barûtê nehatine û bi raporê re îfadeya polîsan a "Ji ber kesek çek bera me dida me ew kuşt" derew derxist. 

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 6'ê rêbendana 2015'an de piştî girtina xendekan wesayîtên zirxî yên polîsan ketibûn taxa Cudî û li wir zarokê bi navê Umît Kurt qetil kiribûn û Çelebî Sakçak jî birîndar kiribûn. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê der barê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin û di encama lêpirsînê de îfadeyên polîsên di wesayîta zirxî de û yên malbata Umît Kurt girtibûn. Polîsên di wesayîta zirxî de îdîa kiribûn ku Umît Kurt gule bera wan daye, lewma wan ji bo xwe parastina xwe ew kuştine. Berevajî vê îfadeyê malbat û parêzerên Kurt diyar kirin ku li taxa Cudî karê boyaxê dikir, tu têkiliya wî bi şer an jî pevçûnan re çênebûye. Dozgeriyê piştî îfade standin li ser bedena Kurt û Sakçak mînak standibûn û cilên wan ji bo lêpirsina balîstîkê ji Miduriyeta Laboratuvara Polîsan a Krîmînalê ya Enqereyê re şandibûn. 

'Di mesafeyek kurt de şopa barût û çek bi kar aniye tune ye'

Di encama rapora lêpirsînê de derket holê ku di beden û cilên Kurt û Çelebî de şopa barûtê tune ye. Di raporê de tê gotin ku di bedena Kurt û Sakçak de şopa çek bi kar anîne tune ye û di raporê de ev tişt hatine rêzkirin: "Svapên nava lep û pişta destên rast û çepê yên aîdê Çelî Sakçak, svapên milên rast û çep û svapên eniya wî hatiye girtin. Svapên nava lep û pişta destên rast û çepê yên aîdê Umît Kurt û svapên rûyê wî. Du numuneyên bi armanca kontrolkirina bandên ji bo svapên bi kar bînin. Qazaxeke swît, qazaxê pembû, kincê ji bo parastina baranê û atletê aîdê Umît Kurt. Pantorê şîn û pardosuyê aîdê Çelî Sakçak. Di encamê de di svapan de şopa guleberdanê nehatiye dîtin. Di numuneyên bantê de rastî berdana guleyan nehatiye. Di tiştên aîdî Umît Kurt de, li dora kuna nêzî mil û aliyên nêzî devê kincê ji bo parastina baranê bi zedeyî berdan tespît bûye, li gorî belavbûna ev zêdeyan ev berdan ji mesafeyek dûr hatiye kirin. Dîsa di kuna nêzî mil ê qezaxê de zêdeyên berdanê hatiye tespîtkirin, li gorî belavbûnê ev berdan ji dûr ve hatiye kirin. Dîsa li dora kuna pardesuya aîdî Çelîk Sakçak de zêdeyên berdanê hatiye tespîtkirin, li gorî belavbûnê ev zêdeyî ji dûr ve hatiye kirin. Heke kesek çekê bi kar bîne şopa barût û çekê di beden û cilên wî de dimîne. Di lêpirsîna Kurt û Sakçak de xuya dike ku kêm barûta li ser laşê wan ji dûr ve hatiye dîtin. An ku ji bilî barûta guleyan ketiye laşê wan tu şopên bikaranîna çek û barûtê nehatiye dîtin."

'Kesek wextê çek bi kar tîne şopa çek û barûtê dimine laşê wî'

Parêzera malbata Kurt Filîz Olmez da zanîn ku encama raporê îfadeyên polîsan derew derxistiye û bal kişand ser naqokiyên îfadeya polîsan. Olmez destnîşan kir ku polîs dibêjin "Guleyek berdan wesayîta zirxî lewma me ew kes kuşt û ew kesê me kuştî Umît Kurt e." Olmez diyar ku Kurt ji ber karê boyaxê li wir bû û tu têkiliya wî bi gule berdanê re nîne û wiha axivi: "Lêpirsîna balîstîkê jî eşkera dike ku Kurt çek bi kar neaniye. Kesek wextê çekê bi kar tîne şopa çekê û barûtê li ser bedena wî dimîne. Lê encama rapora Kurt diyar dike ku wî çek bi kar ne aniye."


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şewçilaya newî veciya

ad

'Nûbihar Akademi'yek nû derket

ad

Mamoste Zara Mihemedî hat berdan

ad

'Heftcark têm xwarê ji bejna xwe' derket

ad

Gelo dixwazin kiryarên bûyera li Mêrdînê veşêrin?

ad

Nehiştin 'Bakur' bê nîşandayîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname