Diyarname
Li Kraliyeta Yekbûyî hilbijartina parlemenê li dar ket. Di hilbijartina ku 650 hatin hilbijartin de partiya desthilatdariyê ya Serokwezîr Cameron "Partiya Mihafezekar" bi ser ket. Partiya muxalefetê ya çepgir Partiya Karkeran careke din duyemîn derket, lê li ser vê têkçûnê serêkê wê îstîfa kir. Piştî partiya desthilatdar, partiyeke din ku bi ser ket jî partiya "Partiya Neteweyî ya Skoçan (SNP)" bû. Ji bilî Serokê Partiya Karkeran, ji partiyên ku têk çûn Demokratên Lîberal (ku şirîkên hikumetê bûn) û UKÎP têkçûna xwe qebûl kirin û serokên wan îstîfa kirin.
Di hilbijartinê de ev encam derket holê:
Partiya Mihafezekar: Sedî 36.9
Partiya Karkeran: Sedî 30.5
UKIP: Sedî 12.6
Demokratên Lîberal: Sedî 7.8
SNP: Sedî 4.7
Li gor vê encamê partiyan bi vê hejmarê mebûs derxistin:
Partiya Mihafezekar:331
Partiya Karkeran: Sedî 232
UKIP: 1
Demokratên Lîberal: 8
SNP: 56
Partiya Yekparêzên Demokratîk: 8
Sinn Fein: 4
Ên din: 10
Di hilbijartinê de bi sedî 66,1 beşdarî çêbû. Li Kraliyeta Yekbûyî pergala hilbijartinê li gor herêma hatiye tengkirin e. Yên li herêmeke zêde dengan bigirin, zêde mebûsan jî derdixin. Li gor vê yekê hejmara mebûsan hatiye belavkirin.
Partiya Mihafezekar di hilbijartina 2010'an de sedî 36,1 girtibû û 307 mebûs derxistibû, lewma nikaribû bi tena serê xwe hikumetê saz bike. Niha bi vê encama nû bi tena serê xwe dê hikumetê saz bike.
Piştî encamê Serokê Pariya Mihafezekar Serokwezîrê Kraliyeta Yekbûyî Cameron ji twitterê ragihand ku dê Wezîrê Maliyeyê George Osborne, Wezîrê Karên Derve Philip Hammond, Wezîrê Parastinê Michael Fallon û Wezîra Karên Hundir Theresa May neguherîne û ew dê di hikumeta nû de jî heman peywirê bikin.


