Diyarname
Serokomarê Tirkieyyê Recep Tayyip Erdogan li Belçîkayê di "Hêvdîtina Ciwanan" de axivî û got: "Ger em zimanê xwe winda bikin em dê nikaribin xwedî li nirxên xwe yên din derkevin. Li vir gelek em pir baldar bin. Ji bîr nekin zimanê we yê zikmakî zimanê ku hûn pê difikirin e. Hûnê pêşî tirkî hînê zarokên xwe bikin paşê zimanê ku li herêma hûn lê dijîn bi qasî wê bidin hînkirin Bila êdî tu zarokek li vê erdnîgariyê xwe biyanî hîs neke. Dema hûn xwedî li ziman, bawerî û çanda xwe derên hûnê bibînin ku her kes hurmetê nîşanî we dide."


