Diyarname
Li gor kurdan Çiyayê Kizwanan, li gor navê wê yê fermî Çiyayê Evdulezîz, çiyayê ku ji aliyê YPG'ê ve hat rizgarkirin... Ev çiya li ku ye, girîngiya wê çi ye? Werin em bi hev re nas bikin.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi navê "Pêngava Serleşker Rûbar Qamişlo" ku ev 14 roj in didome de gihîşt ser Çiyayê Kizwanan. YPG'ê çiya dorpêç kiribû, niha gihîşt ser Çiyayê Kizwanan. Di operasyonê de 42 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Hevserokên Kantona Cizîrê Hediye Yûsif û Şêx Himêdî Deham El-Hadî ji bo rizgarkirina Çiyayê Kizwanan peyama pîrozbahiyê weşand.
Ji vê çiyê re kurd dibêjin "Çiyayê Kizwanan". Navê vî çiyayê yê fermî "Çiyayê Ebdulezîz" e ku di gelek stranên kurdî de jî wisa derbas dibe. Tê gotin ku navê Ebdulezîz ji navê Şêx Ebdulezîzê kurê Şêx Ebdulqadirê Gêlanî tê ku ew jî serokekî artêşa Selahedînê Eyûbî bû.
Bilindiya çiya ji 350 metre heta 920 metre ye. Ev çiya li aliyê başûrê rojavayê Hesekê ye û 35 km ji navenda bajarê Hesekê dûr e. Ev çiya ji rojhilat ber bi rojava ve 85 km dirêj e û 15 km pahn e.
Ev der wekî sînorê Kurdistanê jî tê hesibandin û ji vir û pê ve erdê ereban Şedadê, Reqqa û Dêra Zor dest pê dike.
Çiyayê Kizwanan çiyayê mezin yê Kantona Cizîrê ye û ji aliyê siyasî, cografî û stratejîk ve pir girîng e. Heta niha çeteyên DAIŞ'ê ev der kiribû navenda xwe, lê niha êdî di destê YPG'ê de ye. Hinek dûr be jî di heman demê de ev çiya dikeve jêrê Girê Spî. Aliyek din jî ev e ku mirov dikare vê wekî yek ji gavên ber bi azadkirina Girê Spî ve jî bihesibîne.
Dîmenek ji Çiyayê Kizwanan

Piştî rizgarkirina çiyê, YPG'ê li ser çiyê al daçikandin.


