Zabiteyên Şaredariya Giresunê afîşa fîlmê "Plajda" ku wekî mustehcen dîtin ji wir rakirin, lê fîlm di sînemayê de dilîze.
Li gor nûçeya H. Hakan Kabahasanoglu ya fîlmê bi navê "Plajda" (Li Plajê) li Gîresûnê di Sînema Best û G-City de kete vîzyonê. Zabiteyên Şaredariya Giresunê afîşa fîlm ku li panoyê daliqandîbû bi îdîaya 'mustehcen e' ji panoyê daxistin.
Afîş li Ataparka hemberî avahiya şaredarî jî têde li sê cihan hatibûn daliqandin. Lê afîşa li hemberî avahiya şaredariyê bi daxwaza zabiteyan hate daxistin.
Rayedarê Sînemaya Best Serdar Işik got, "Zabite hatin gotin, 'Gel li ser afîşê gilî kiriye, afîşa ku li panoya hemberî şaredariyê ye jî divê hûn rakin ku ev fermana Şaredar Hurşit Yuksel e.' Me jî afîşa li hemberî şaredariyê rakir, li du panoyên din afîş daliqandî ye. Afîşa ku bi destûra Wezareta Çandê hatiye daliqandin çima ew qas nerazîbûn nîşan didin em tiştek jê fêm nekir."
Li gor heman nûçeyê Şaredar Yuksel gotiye haya min jê nîn e, Midûrê Zabiteyan Mehmet Yilmaz jî wisa gotiye, "Nayê bîra min ku min talîmateke wisa daye. Lê derveyî mesaîyê midûrê nobedar disekine. Dibe ku wî telîmat dabe."
Fîlmê derhêner Murat Şeker "Plajda" dê hefteyeke din li her du sînemayên Giresunê bê nîşandayîn. Di fîlmê komedî "Plajda" de Tuba Unsal, Guçlu Yalçiner, Gurgen Oz, Sarp Apak dilîzin.


