MÊRDÎN
Kayûmê ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, kilît li deriyê warê dîrokî Dara xist û deriyê wê ji bo serdanan girt.
Walî Mustafa Yaman weki kayûm şandin ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê. Kayûmê ku her demê propaganda warên dirokî dikir vê carê kîlît li deriyê warê dîrokî Darayê xist. Kayûmê heta 15'ê reşemiya 2019'an deriyê Dara ji bo serdanan girt. Walîtî hinceta jî wekî "Personelên ewlehiyê" tune ne nîşan da. Hat diyar kirin ku berê jî bi sedema pere tune ne gelek erkdar ji kar derxistibûn.
Ji MA'yê hatiye girtin
Derî vebû
Piştî reaksiyonan kayûm mecbûr ma Deriyê Dara veke. Ji roja 19'ê mehê ve êdî derî ji bo mêvanan hat vekirin (Ev not 19'ê mehê li nûçeyê hatiye zêdekirin)


