Diyarname
Herî dawî Konda, A&G û Gezîcî anket weşandin. Vane ew her sê anket û rewşa dawî...
KONDA
Kondayê di navbera 30-31'ê gulanê de li 30 bajaran bi 3 hezar û 543 kesî re anket saz kir. Li gor anketê AKP sedî 41, CHP sedî 27,8, MHP sedî 14,8 û HDP sedî 12,6 dengan digire.
GEZÎCÎ
Gezîcî Araştirmayê heman rojan li 36 bajaran bi 4 hezar û 860 kesî re hevdîtin çêkiriye û ev encam derxistiye: AKP sedî 38-39, CHP sedî 28-29, MHP sedî 16-17 û HDP sedî 12-13.
A&G
A&G'yê jî anketa xwe weşand. A&G'yê îro pêşî anketa xwe pêşkêşî İnternethaberê kiriye ku anket gelek nû ye. Li gor anketê AKP sedî 42 digire. HDP jî sedî 12 dê dengan bigire. Xwediyê A&G&yê Adil Gur ji bo malperê gotiye ku ger em li anketan binêrin pirsgirêka HDP'ê ya bendavê nemaye û HDP dê sedî 12 dengan bigire.
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş duh li Mêrdînê got ku heta kêliya dawî divê em dest ji dîsîplîna xwe bernedin. Îro li Erzeromê Demirtaş diyar kir ku heta dawî dê tu şahiyên me tune bin û emê sindoqan biparêzin.