Diyarname
Nivîskara "Harry Potter" J. K. Rowling pereyên ji pirtûka nû bê dê ji bo zarokan xerc bike.
J. K. Rowling li dinyayê bi pirtûkên xwe yên "Harry Potter" hat nasîn û navdar bû. Pirtûkên wê di heman demê de kişandin fîlman jî. Ew bi telîfa ku ji van pirtûkan girt bû nivîskara herî dewlemend a li dinê. Rowling niha seriya nû ya "Harry Potter" derdixe. Pirtûka nû ya "Harry Potter" dê bi navê "The Tales of Beedle the Bard" vê hefteyê bikeve piyaseyê. Nivîskar pereyên ku ji vê pirtûkê bi dest bixe dê ji bo weqfa "Children's High Level Group" ya li Rojhilatê Ewropayê xerc bike. J.K.Rowling di heman demê de yek ji avakarên vê weqfê ye jî.
Destnivîsa pirtûka Rowling par di mezatekê de hatibû firotin û pirtûkfiroşê di qada înternetê de Amazonê ew bi 4 mîlyon dolarî kirî bû. Amazon ji vê pirtûka destnivîsa Rowling dê sed hezar hebî çap bike û yeka wê bi 100 dolarî bifroşe. Ev pirtûk di meha rêbendana 2009'an de dê bê firotin.



