Diyarname
Kovara navdar a almanî Der Spiegel di manşeta xwe de bi sernivîsa “Sansasiyona kurdî” de nûçeya derbarê encamên hilbijartina li Tirkiyeyê weşand.
Der Spiegelê bal kişand ser encamên hilbijartinê û ev nirxandin kir: “Partiya alî-kurd HDP dikeve parlamentoyê û rêya ku AKP bi serê xwe bibe hikumet girt. Pêwîst e bi vî awayî Erdogan niha bide nîşandan ka wî fêm kiriye demokrasî çawa bi rê ve diçe."
Kovara navdar wiha dom kiriye: "Piştî 13 salan AKP hate mecbûrkirin ku ji xwe re şirîkekî koalîsyonê bibîne. Ev encam hunera partiya alî-kurd HDP bi Hevserokatiya wê ya karîzmatîk Selahattin Demirtaş e. Vê partiyê karî ne tenê dengên kurdan, her wiha dengên tirkên ku ji Erdogan aciz jî bûne werbigire. Bi 12,7 bi navbereke vekirî benda sedî 10 derbas kir. Buhayê vê yekê li ser AKP’ê bû windakirina piranî ya hikumetê."
Der Spiegel wiha dawî li nûçeya xwe tîne: "Di nava AKP´ê de hê ji niha ve behsa hilbijartinên nû yên pêşwext tê kirin. Ev yek dide nîşandan ku demokrasî tê wateya lihevkirinê û berhevhatinê."
Wergera ji almanî: Zekî Ozmen
**
Nûçeyên eleqedar:
- Demîrtaş: Emê bi AKP'ê re koalîsyonê çênekin
- Onder: Teqez e, tu pîrozbahiya me îşev nîn e
- Deqe bi deqe encam (ev nûçe her tê nûkirin)
- Ji hilbijartinê notên îro (Ev nûçe her tê nûkirin)


