SERÊKNAIYÊ
Hevserokên Kantona Cizîrê Himêdî Deham El-Hadî û Hediya Yûsif serdana navenda Têkilî û Rêxistinkirinê ya YPG’ê ya Serêkaniyê kirin û serekftinên hêzên YPG’ê yên li Kobanê û Cizîrê pîroz kirin.
Hevserokên Kantona Cizîrê Himêdî Deham El-Hadî û Hediya Yûsif, Cîgira Serokatiya Kantona Cizîrê Nadiya Yûsif û şêwirmenda Hevserokatiyê Mensûr Hecî Menûsr û Nesîm Şemo bi armanca pîrozkirina serkeftinên hêzên YPG/YPJ’ê yên li kantonên Cizîrê û Kobanê serdana Navenda Têkiliyan û Rêxistinkirinê ya YPG’ê ya Serêkaniyê kirin.
Şandeya Hevserokatiyê ji aliyê Endamê Rêveber ê Navneda Têkiliyan û Rêxistinkirinê ya YPG’ê Husên Koçer, Hevserokê TEV-DEM’ê yê kantona Cizîrê Xelîl Osman û Endamên Saziyên Civaka Sivîl û Meclîsa Biratiya Gelan ên Serêkaniyê hate pêşwazîkirin.
Di serdanê de Hevserokê Kantona Cizîrê Humêdî Deham El-Hadî hatina maha Remezana pîroz û serkeftinên hêzên YPG/YPJ’ê û hêzên piştgiriya wan dikirin a li dijî dijminên mirovahiyê DAIŞ’ê li hemû pêkhateyên Rojava pîroz kir. El-Hadî, destnîşan kir ku serekeftinên hêzên YPG’ê ne tiştekî normale û got: ˮSerkeftina hêzên YPG/YPJ’ê serkeftina li dijî dijminên morovahiyê ye. Hêzên YPG’ê parastina hemû pêkhate û mezheban dike. Derdorê li dijî van tiştan dibêjin, armanca wan derxistina tevliheviya di navabera hemû pêkhateyan e.ˮ
Hevseroka Kantonê Hediya Yûsif jî axivî û serkeftina hêzên YPG/YPJ’ê li Rêberê Gelê Kurd Abbdulah pîroz kir û got: ˮBeriya her kesî pêwîste em serkeftiyan li Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan pîroz bikin. Em bi saya firkir û ramanê îro em gihiştine vê astê. Em serekftinan li hêzên YPG/YPJ’ê û hemû hêzên din ên li gel wan jî pîroz dikin.Di vê qqonaxê de pêwîste em ji bo avakirina civaka azad û demokratîk lezê bidin xebatên xwe û şûne em xwe bipesinînin, pêwîste em ji bo avakirina civakê karê û tekoşîna xwe zêde bikin. Herêm di şeran re derbas bû û gelek dever wêran bûye pêwîstî bi avakirinê heye.ˮ
Di dawiya axaftina xwe de Yûsif, bang li hemû rûspî û mezinên eşîreyan ên ji hemû pêkhateyan kir ku di vê demê de pêwîste bi hev re û bi yek destî bisekinin û rê nedin kesên ku dixwazin di navbera pêkhateyan de tevliheviyê derbixin.
Di dema sedanê de her wiha Serokê Desteya Olî yê girêdayî TEV-DEM’ê Mihemed Berekat axivî û got ku ew wekî oldarê herêmê piştgiriya biratiya hemû pêkhateiyan dikin û ji kesên dixwazin tevliheviyê bidin re got ku li gorî îslamê tevlihevî ji kuştinê xirabtire.
Li ser navê Saziyên Civakî yên Sivîl jî Hevserokê TEV-DEM’ê yê Cizîrê Xelîl Osman axivî û got ku serdana hevserokatiyê ya Serekaniyê jî yek ji serkeftinên hatine bidestxistin û serkeftin li hemû pêkhateyan pîroz kir û destnîşan kir ku bi van serkeftinan dê yekîtiya di navbera pêkhateyên ROjava xurtir bibe.
**
Nûçeya eleqedar:
- Pîroz be deriyê Girê Spî ê vedibe Bakur hat rizgarkirin


