ÎZMÎR
Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê ji bo pankarta bi tirkî û kurdî "Em sersala hemû gelên li Îzmîrê dijîn pîroz dikin” bi avahiya partiyê ve daliqandir der barê wan de lêpirsîn hate dest pê kirin.
Rêxistina BDP'ê ya Îzmîrê ji bo sersala gelê Îzmîrê pîroz bike, di çarçoveya projeya "Duzimanî" de pankarta bi tirkî û kurdî ku têde "Em sersala hemû gelên li Îzmîrê dijîn pîroz dikin” bi avahiya partiyê ve daliqand. Piştî ku pankart hefteyekê daliqandî ma Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê lêpirsîn da dest pê kirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Seroka BDP'a Îzmîrê Mukaddes Kubîlay, li Midûriyeta Polîsan îfade da.
Piştî Kubîlay îfade da bertek nîşanî lêpirsînê da û got ku li Tirkiyeyê cotstandardî heye. Kubilay diyar kir ku wan di çarçoveya biryara partiya xwe de ev yek pêk anîye û xwest wekî BDP'a Îzmîrê bi duzimanî sersala gel pîroz bikin.
Mukaddes Kubilay, helwesta Midûriyeta Polîsan rexne kir û da zanîn ku berê jî ji ber daxuyaniyên kurdî û pankartên kurdî der barê wan de lêpirsîn hatibû vekirin û ev yek li dijî dem û şaristaniyê ye. Kubîlay, daxuyand ku li piraniya bajarê Îzmîrê kurd û tirk dijîn û ji bo vê yekê pêdivî bi duzimaniyê dîtine.


