logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Ji du baskan êrîşên Kobanî kirine

Li ser êrîşa ku çeteyên DAIŞ'ê li hemberî Kobanî pêk anî kîte hêdî hêdî eşkere dibin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KC

  • Dîrok: 26/06/2015
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Li ser êrîşa ku çeteyên DAIŞ'ê li hemberî Kobanî pêk anî kîte hêdî hêdî eşkere dibin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û qala hin kîteyan kir.

Vaye ji wê daxuyaniyê çend kîte:

- Di sibeha 25'ê pûşperê de, 50-60 çeteyên faşîst ên ji sînorê Tirkiyeyê û ji aliyê başûrrojava ve bi du baskan xwe berdan nava Kobanê; bi dehan mirovên sivîl qetil kirin, bi dehan mirov birîndar kirin. Çeteyên faşîst ên li hemberî YPG û YPJ'ê her têk diçin, di meha pîroz a Remezanê de bi qetilkirina gelê sivîl ê Kobanê re xwestine rovanşa vê têkoşîna xwe werbigirin. Ev êrîş nîşan didin bê çeteyên faşîst çiqasî tengav bûne. Ev çeteyên li dijî mirovahiyê yên êrîşî gelê sivîl dikin, gelê sivîl rehîn digirin, wê hesabê van êrîşan mutleq bidin.

-  Em mirovên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî, mînetdarî û bi rehmet bibîr tînin ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin.

- Ev êrîşên li hemberî gelê me tên kirin, wê nikaribin pêşî li azadbûna Kurdistanê bi taybetî jî Rojava û Sûriyeyê bigirin. Wê nikaribin pêşî li demokratîkbûyîna Rojhilata Navîn bigirin. Gelê Kurdistanê yê di jiyana azad de bi biryar e, wê bi xwe re tevahiya Rojhilata Navîn demokratîk û azad bike.

-  Hemû dewlet û hêzên siyasî yên destekê didin DAIŞ'ê berpirsyar in. Di serî de dewleta Tirk û hikumeta AKP'ê berpirsyar in. Yên van êrîşan teşwîq dikin û normal nîşan didin, yên dibêjin 'PYD ji DAIŞ'ê xeteretir e'. Wekhevnîşandana YPG/YPJ a gelê xwe diparêze û çeteyeke faşîst a êrîşî her kesê ne ji xwe dike, karaktera dewleta Tirk û asta dijminatiya li Şoreşa Rojava nîşan dide. Di rewşeke ku hînê gotina 'PYD ji DAIŞ'ê xeteretir e' di hişê mirovan de ye de, veşartina hêzên li pişt van êrîşan, ne pêkane.

- Çeteyên faşîst ji du aliyan ve ketine bajar. Yek ji van li rojhilatê Kobanê ji sînorê Tirkiyeyê hatiye kirin. Ev jî kampên çeteyan yên aliyên Kaniya Xezalan nîşan didin. Hemû cîhan dizane ku li Kaniya Xezalan çete bi rêxistunên îstîxbarata dewleta Tirk re leşker û polîsan re di nav hev de ne. Dewleta Tirk a li Kaniya Xezalan bi çeteyan re di nava hev de ye, dibêje ‘tu eleqeya me bi çeteyên ji sînor derbas bûne tune’ ev dereweke mezin e û înkarkirina hevkariya sûc e. Dewleta Tirk heta nîha kîjan têkilî û desteka xwe ya bi DAIŞ’ê re eşkera kiriye ku wê niha vê bike! Divê tu kes nekeve nava bendewariyan ku dewleta Tirk têkiliya xwe ya bi DAIŞ’ê re, hevkariya xwe ya sûc îtîraf bike. Dewleta Tirk duh çawa înkar kir, wê niha jî înkara xwe bidomîne.

- Bila hemû gelên cîhanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê zanibin ku keç û xortên fedaî yên gelê me yên ji bo azadiyê têdikoşin, wê miheqeq hesabê vê komkujiyê bipirsin. Tu kes wê nekaribe îradeya jiyana demokratîk û azad a gelê me bişikîne. Şoreşgerên Rojava jî bi têkoşîna xwe ya destanî wê Kurdistanê azad bikin û Sûriyeyê demokratîk bikin. Wê bersiva herî baş bidin çeteyên faşîzan û destekvanên wan. Bîranînên şehîdan wê bi jiyana azad û demokratîk bê tacîdarkirin.”

PYD: Divê berpirsyarên komkujiyê li gor hiqûqa navneteweyî bên darizandin

Di vê navberê de Desteya Rêveber a PYD’ê jî komkujiya Kobanê ku li dijî sivîlan pêk hatiye şermezar kir û bang li hêzên navdewletî kir ku komîteya lêpirsînê ava bikin û kesên destê wan di komkujiyê de hebin li gorî qanûnên navdewletî bêne darizandin.

Li gelek cihan çalakiyên şermezarî

Di serî de li Amed, Stenbolê li gelek cihan çalakiyên şermezarkirina êrîşa li hemberî Kobanî li dar ket. Bi hezaran kesî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê şermezar kirin.

Her wiha roja 27'ê mehê Hevseroka HDP'ê Figen Yuksekdag, mebûsên HDP'ê û bi hezaran kes dê herin ser sînorê Pirsûs-Kobanî û bûyerê şermezar bikin.


120 şehîdên Kobanî hatin definkirin


Li gorî nûçeya ANHA'yê ji 152 welatiyên ku di êrîşên çeteyên hov ên DAIŞ’ê yên li ser Kobanî de jiyana xwe ji dest dane cenazeyên wan hatin definkirin. Cenazeyên şehîdan ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan, xizmên welatiyên ku hatine qetilkirin û şêniyên bajar ve li goristana rojavayê bajar û gundê Helincê hatin definkirin.


Cenazeyên 72 welatiyan li goristan li rojavayê bajar ku di dema berxwedana dîrokî ya Kobanî de hatibû avakirin û welatiyên di berxwedanê jiyana xwe ji dest dane lê hatine definkirin û cenazeyên 48 kesan jî li gundê Helincê yê li rojhilatê bajar hatin definkirin.


**

Nûçeyên eleqedar:

- HDP'ê 'êrîşên DAIŞ'ê ji hikumetê pirsî 

- DAIŞ'ê çima êrîş kir? 

- Mebûs çûn ser sînorê Kobanî 

- 'Ji bo Kobanî bibin mertalên zindî' 

- Çeteyên DAIŞ'ê ji Tirkiyeyê ketin Kobanî û sivîl qetil kirin    

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Demîrtaş: Bifikirin ku zimanê we yê zikmakî bi zarokên we dane jibîrkirin

ad

'Kurak Gunler' mohra xwe li şeva Siyadê da

ad

Di Festîvala Sûc û Cezayê de "Metronom" bi ser ket

ad

Hejmara 20'î ya Kovara W'yê derket!

ad

Dest danîn ser ehliyetê Beckham

ad

Şaredariya Serêkanî ya Serxetê dixwaze xizmeta Binxetê bike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname