Diyarname
Rojnameyên alîgirên hikumeta AKP'ê her roj nûçeyên cur bi cur ên derewîn ên li ser Kobanî diweşînin. Nûçeya dawî ji aliyê Yeni Şafakê ve hate weşandin. Rojnameyê manşeta "Komkujiya PYD'ê ya li Kobanî" bikar aniye û di berdewama nûçeyê de wisa gotiye: "25'ê pûşperê DAIŞ'ê bi ser Kobaniya di bin qontrola PKK/PYD'ê de girt, rojek paşê Nexweşxaneya Miştenurê girt bin dest^ne xwe û yên têde dîl girtin. Hêzên PYD'ê 27'ê mehê dor li nexweşxaneyê girtin û ew bela wela dikin. Di nexweşxaneyê de ligel mîlîtanên DAIŞ'ê 19 doktor, 28 hemşîre û nexweşan jiyana xwe ji dest da. Hejmara aşpêj û xebatkarên di aşxaneyê de dixebitin jî nayê zanîn."
Her wiha di nûçeyê de tê gotin ku "ligel bi sedan sivîl hatine kuştin jî PYD'ê vê operasyonê wekî serketin nîşan dide".
Li ser vê nûçeyê Televîzyona ÎMC îro xwe gihand Serdixtorê Nexweşxaneya Miştenur Hîkmet Ehmed. Ehmed dibêje nûçe derew e û li wir qet sivîl nemirine. Ehmed wisa gotiye: "Dema ku DAIŞ'ê avahî dagir kiriye jixwe li nexweşxaneyê ne nexweş, ne dixtor, ne jî sivîl hebûn. Nexweşxaneya me bi roj di navbera saetên 08.00-17.00'an de xizmetê dide gel. Dema DAIŞ'ê di saetên serê sibê zû de êrîş kir li wir kes tune bû. Ji 27'ê avrêlê ve nexweşxaneya me xizmet dida gel, ji ber ku hê bi têra xwe derfet nîn bû di temamê rojê de nedikarî xizmetê bide."
Her wiha Ehmed dibêje ku du bûyera li nexweşxaneyê de 7 DAIŞ'ê hatine kuştin.
Cîgirê Serokê Kantona Kobanî Xalid Berkel jî nûçeya Yeni Şafakê wekî nûçeyeke derew bi nav dike û dibêje ku di bûyerê de tenê endamên DAIŞ'ê hatine kuştin.


