Diyarname
Pirtûka helbestan a "Pûşpera Gêlazan" a Mehmet Çetin ji Weşanên Lîsê derket. Pirtûk hem tirkî hem jî kurdiya wê bi hev re hatiye çapkirin.
Pirtûka Mehmet Çetin “Pûşpera Gêlazan” ji şeş bêşan bi sernavê "Helbestên bêkitêb", "Bi Lalûteyî", "Evînqelîn", "Bîranîn e, Bişewitînin vî Fotografî", "Biyekdengî", "Ba û Seqaya Gulê" pêk tê.
Mehmet Çetin ku heta niha helbestên wî ji bo gelek zimanan hatine wergerandin, niha jî ji bo kurdî hatin wergerandin. Çetin bi xwe di navbera Amsterdam, Stenbol û Dêrsimê tê û diçe, li wan deran dijî, lê helbestên di pirtûkên de zêdetir di dema ku ew girtîbû de nivîsîne.
Pirtûk ji aliyê Lal Laleş û Kawar Nemir ve hatiye wergerandin û di pirtûkê de hem orjînala helbestan yanê tirkiya wan hem jî wergera wan a kurdî bi hev re hatine çapkirin.
Weşanên Lîsê ku bi duzimanî heta niha gelek pirtûk çap kirin "Pûşpera Gêlazan" jî yek ji wan e. Lîsê heta nih a helbestên bi tirkî yên helbestvan Murathan Mungan, Şukru Erbaş, Ahmet Telli, A. Hicri Îzgoren wergerandibû.
Pûşpera Gêlazan / Mehmet Çetin / Werger: Lal Laleş û Kawa Nemin/ Weşanên Lîsê / 119 rûpel


