Diyarname
Komek rojnameger îro çûn Adliyeya Stenbolê û der barê Bulent Arinç de serîlêdana sûcê kir. Cîgerê Serokwezîrê Tirkiyeyê Arinç çend roj berê ji bo rojnameyên Ozgur Gundem û Evrenselê gotibû "Ew makîneyên sûcê ne, gotinên ku pesnên çalakiyê terorê didin diweşînin." Rojnamegeran xwest bi sûcên "Heqaret", "Buxtan" û "Gotinên nebaş" Arinç bê cezakirin.
Di nav rojnamegerên li Edlileyê amade bûn de Celal Başlangiç, Fatih Polat, İnci Hekimoglu, Melda Onur hebûn. Wan û komek hevalên wan ên li cem wan bi daxwaznameyê serî li dozgeriyê da.


