Ehmedê HUSEYNÎ
1. Bi hezaran salan e Dilê min Li bin barana Bêrîkirina te dilerize!
2. Di serê min de Peyv û heyv Bi hev re şer dikin… Her du jî Di şeva dilê min de Wer dibin!
3. Wek Mûsayê Pêxember Li Tûrê Sînayê Min li esmanê Girê Spî… Rûbarê şehîdan Şagirdên Egîdan Navbera ken û girî Vêketî dît…
4. Di sînga mêrxasan de Li ser eniya stêrkan Di agirê mûmê de Li ser lêvên periyan Di pencereya xewnê de Di pirtûka Xwedê de Min Girekî Spî çêkir û Min navê şehîdekî lêkir…
5. Gewriyên ku stranan dibêjin Destên ku nanê azadiyê dipêjin Çavên ku rondikên ji xwînê dirêjin Ji min re Destanên şehîdan Bi zimanê dilê dayikan dibêjin!
6. Vê êvarê Kêrên bêrîkirinê sû dikim… Gavên xwe Ber bi agirê kenê te ve zû dikim…
7. De eniya xwe Bi tîrêjên rojê Bixemilîne Welato! De destên xwe Yên ji keskesorê Li newqa şehîdan bialîne Welato!
Ji Azadiya Welat hatiye girtin