logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  2. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  3. Klîba Hefteyê; 'Destana Serhedê'
  4. Li Amedê dem dema şanoyê ye
  5. Di çarçoveya 'Şahiya Zarokan a Fîlman' de fîlm bi erzanî têne nîşandayîn
news-details

Analizek li ser romana F. Cewerî 'Ez ê yekî bikujim'

Berî romana birêz Firat Cewerî “Ez ê yekî bikujim” bikeve ber destên min biryar dabû ger hêza min hebe ez nivîsekê ser b

  • Dîrok: 30/12/2008
  • Beş: Serbest

 

Suleiman Sulêvanî

Berî romana birêz Firat Cewerî “Ez ê yekî bikujim” bikeve ber destên min biryar dabû ger hêza min hebe ez nivîsekê ser binivîsim. Parelel digel xwendina romanê, min têbînî û notên xwe ser nivîsand. Bêguman ew têbînî jî girêdayî têgehiştina min ji bo romanê ye û lewma jî mirov dikare rastiya wan gotubêj bike.
Baweriya min bi rexne û antî rexne heye û xistina xalên biguman jêr pisyar tiştekê normal û di cih de dibînim..Ya girîng em bikarin dîtinên xwe bînin ziman, hev rexne bikin, hev rast bikin û bi vê yekê em dikarin xwe nêzîkê rastiyê bikin.
Gelek hêjayan ser romanê gotar nivîsîne û ew pirtûk dane nasîn û şirove kirin. Hinek ji wan nivîskaran ew kare bi awakê pir jîr û jêhatî kirine. Wan rexnegiran, zengînî û dewlemendiyek xist mijara danasîna pirtûkên kurdî bi zimanê kurdî. Mirov bi wan nivîsînan kêfxweş û serbilind dibe.
Ez ê hewl bidim bi çavekê objektiv analîzeke kurt ser romanê bikim û wê ji çend aliyan ve binerxînim. Başiyên romanê çi ne? Gelo kêmasiyên romanê hene? Ger hebin ew çi ne? Di vê nivîsînê de ez ê hinek dîtin, rexne û têgehîştinên xwe der barê romanê de bînim ziman. Û balê bikşînim ser çend xalên ku bi dîtina min ber rawestanê dikeve. Ji bergê pêşî dest pê dikim.

Bergê Pêşî
Di bergê pêşî de ku Genco Demirer çêkiriye, bikujerek bi cilên reş û kêreke spî xuya dike. Wênek abstrakt, lê kesê di wê tabloyê de bi destekê rastîn e, fotograf e. Di wî destî de kêreke ne ew qas piçûk diyar dike. Kêr bi rengê bergê, spî ye û destikê kêr jî reş e wekî cilên bikujer e. Jor mista wî destî (destê rastê) mûriyek, wekî çavekê xeyalî di serê wî kesê bikujer de xuya dike. Bi wî çavî ew kele ser, dişibe tiştek din, ne mîna serê mirovekê. Ew wekî serê mişkekê tê ber çavê mirov. Bin dest û serê wî kesî reşatiyek xwe berdide xwar. Ew renge reşê qetranî dibe gewdê bikujer heya rehnan. Ji wir ber jêr ve ew reşatî xwe dirêj û pan dike, dibe derya.. Di wê deryaya ku serava wê mîna bi linyal hatiye kêşandin û sinûr kirin; navê romanê û nivîskarê wê hatiye nivîsîn. Navê çapxanê digel logoya wê pir biçûk di lêva bergê de, destê rast, jêr hatiye nivîsîn.
Ez nizanim ka hunermendê bergê bi çi mebestê ew tavlo wilo afirandiye? Ez wê ciwan û pir wate dibînim. Bêguman her bînerek (temaşevanek) wê bi çavekê mêze bike û wê bi têgehiştina xwe şirove bike.
Wekî têbînî ez mezinbûna wê kêrê wekî kêmasiyekê dibînim ku dij naveroka romanê ye. Nivîskar behsa kêreke biçûk dike. Xala din ku bala min kişand di wê wêneyê de, sîbera bin destê bi kêr de ye, bin zendê wî ye. Min tu mebestek di wê sîberê de nedît û ew wekî şaşiyeke teknîkî hat ber çavên min.

Pêş Romanê
Roman di rûpela 15’an de dest pê dike lê pêş naverokê hinek rûpel tije û zengîn in û hinekên din ne ew qas dewlemend in. Ez ê rûpel bi rûpel komentar bikim û dîtina xwe pir bi kurtî ser bidim. Nimreyên li jêr jimara rûpelan e.
1. FIRAT CEWERÎ, Ez ê Yekî Bikujim. Ev tekste pir biçuk di serê rûpelê de hatiye nivîsîn. Bi dîtina min gereke ew hevok bi yek ji van her du rengan hatiba nivêsîn “Ez ê yekî bikujim” an “EZ Ê YEKÎ BIKUJIM”.
2. Agahiyên pir baş derbarê romanê wekî çapxane, edîtor, rastkirin û mizanpaj, kontakt, malper û hwd.
3. Navê nivîskar, romanê û çapxaneyê bi awakê spehî hatiye nivîsîn
4. Agahî der barê Firat cewerî. Bo kesên nivîskar nas nakin kurte agahiyên baş in lê bo xwendevanên F. Cewerî û hezkerên ziman û edebiyata kurdî ne tiştekê nû ye.
5. Bi tekstek pir biçûk “Ji bo wê” û di bin de “F.C” hatiye nivîsîn. Mirov mereq dike gelo ew kî ye? Gelo ew di romanê de derbas dibe? Yan jî keseke derveyî romanê ye? Û çima bo WÊ? Ev mereq kirin çêjekê dide romanê û pirsan di serê xwendevan çêdike.
6. Vala ye.
7. Hema bêje vala ye. Di hundirê rûpelê de peyva “ROMAN” di nava du kevanan de hatiye nivêsîn.
8. Vala ye.
9. Hema bêje vala ye. Tenê ev gotin “BEŞA YEKÊ” têde heye.
10. Vala ye.
11. Rûpel bi gotinên nivîskar û hozanvanê swêdî Gunnar Ekelöv (1907- 1968) hatine xemilandin.:
 
“Jiyan te ji êşê
ber bi xemgîniyê
ji nişke ve ber bi şahiyê
û dîsa ber bi êşê ve davêje”

Ev çend rêzên vê hozanê, tam naveroka romanê tîne ziman.

12. Vala ye.
13. Ev rûpel bi gotinên Dostoyevskî, ji “Sûc û Ceza” xwe tîne ber çav. Gotinên “Dawiya dawî, wî biryar da û got; ez nexweş im, ez êş û azarê bi xwe didim kişandin, ez nizanim çi dikim…” Ev gotinên han wergerandina ji bo psîkolojiya akterê serekî Temo ye. Ew nexweşî wî pêş û paş davêje, bihêz û bêhêz dike, dudil dike navbera biryar dan û nedanê de. Ew xwedan kesayetiye lê nexweşîya wî, wî labîl û hejok dike.
14. Vala ye.
15. Roman dest pêdike.

Di van rûpelên pêşî de mirov dewlemendî û destpêka romaneke modern dibîne. Gotinên Ekelov û Dostoyevskî naveroka romanê bi awakê îndîrekt radixe pêş xwendevanan û mereqeke li cem wan peyda dike. Fikrek der barê romanê dirust dibe. Mirov bi hêvî û çêj dixwaze romanê bixwîne. Lê min nizanî çima ew qas rûpelên vala û hema bêje vala hene?! Ew valabûna rûpelan bala mirov dikşîne bi awakê ne ew qas pozîtîv.
    
Danasîn û nirxandineke kurt
Roman bi giştî li ser jiyana sê kesan e. Temo, Dîana û nivîskarê mêvan sê lehengên romanê ne. Ew her sê akterên serekî bi rêya bûyerên cuda digehin hev. Ev akter her çend sê kesayetiyên cuda bin jî lê di bingeh de welatparêziya wan dibe xala hevpişk. Sê rol, sê jiyan du kur û keçek, du hejar û nîv dewlemendek rastî hev tên û ji hev cuda dibin bêyî ku kes bigehe amanca xwe..

1) Temo, kurdekî çil û du salî ye ku taze ji zindanê derketiye. Ew digel diya xwe dijî, nexweş e û piştî 15 salên zindanê nikare xwe adepteyî jiyana taze derveyî zindanê bike.
2) Dîana, kodnavê keçeke kurd e ku berê ji bo welat xebat dikir û gerîla bû. Ew tê girtin û bi rengek ji rengan bêgav dimîne bibe leşfiroş. Ew ji jiyana xwe bêzar e û bi her awayî dixwaze dawî li wê jiyanê bîne.
3) Nivîskarê mêvan ku hevalê Temo yê berê ye. Ew navek naskiriye û bi salan li Swêdê dijî û pêwendiya wî bi Temo nemaye. Ji bo semînereke û îmze kirina pirtûkên xwe ew serdana welat dike.

Roman ji du beşan pêk tê. Beşa yekê bi piranî ser jiyana Temo ye. Peywendiyên wî bi diya xwe û xelkên din re, derketina wî bo nêçîrê bi mebesta kujtina mirovekê, bîranînên wî, zaroktiya wî, têgehiştinên wî. Ew dibe navend û senter. Bi çavê xwe li xelkê û bûyeran dinêre û wan bi aqlê xwe dipîve û dinerxîne. Di dawiya dawiyê de rastî Dîana dibe.
Di beşa duyê de roman ser vegera nivîskarê mêvan e û çîroka jiyana Dîana ye. Derketina wê bo Almanya, vegera wê ji bo Kurdistan. Ji xebata bo rizgarbûna welat heya xebata bo rizgarbûna xwe weke individ.. Piştî guhdarkirina Dîana, nivîskarê mêvan dixwaze arîkariya wê bike û wê ji wê jiyana dojeh rizgar bike.
 
Di beşa yekê de pir saloxdan e, wesf e û hunermendiya zimanê kurdî bi baştirîn form xwe dide pêş. Zimanekê sade, sivik, şirîn, bihêz û dewlemend ku bi hêsanî xwe digehîne mejî û dilê mirov. Û di beşa duyê de pirtir serpêhatî ne, rûdan in, bûyer in, pirs û bersiv in, dialog e, dan û stendin e. Xwendina vî beşî bi giştî ser jiyana Dîana ye. 

Di her du beşan de jî roman bi hostetî û maystorî hatiye nivîsîn. Jîrbûna nivîskar Firat Cewerî belî ye di vê romanê de. Mirov qet ji xwendina wê naweste, berevajî belku mirov bi çêjeke mezin dixwîne û naxwaze dest jê berde. Di encama her du beşan de romaneke modern û serkevtî pêktê.

Çend taybetmendiyên Romanê:

Pîvana bi Xwedê û tirs
Temo naxwaze xwe bi xwedê bipîve lê dîsa jî dike dema behsa qurbanê xwe dike û paş digerîne bo emrê Xwedê û qederê. Ew dibêje: ”Ez bawer nakim gunehê min ê bi qurbanê min bê. Ma gunehê Xwedê bi kesî tê? Haşa, ne ku ez xwe dişibînim Xwedê, lê Xwedê emir dike û ez dikim.”
Temo li dereke din jî dibêje: ”Mîna ew dizane yê ku wê ruhê wê bistîne bi tenê Xwedê ye. Ez dikarim berî Xwedê ruhê wê bistînim!”.  Ev renge axivtine taze ye lê ew bi zimanê kesekê nexweş tê kirin.
Ev bîrkirine ser Xwedê û mijara tirsê bala mirov dikşîne. Bo mînak ev hevoka han ser tirsê: “misilman ji Xwedayê xwe ditirsin û mesîhî jî ji ê xwe hez dikin.” Mirov bîr lê bike tam wilo ye misilman pir behsa tirsê ji Xwedê dikin. Hevokên mîna “Ew ji Xwedê natirs e!” an “Ji Xwedê bitirse!” di jiyana rojane de pir tên bikar anîn

Hêjayên welat
Rêzgirtina kesayetiyên kurd ku xebat bo kurd û Kurdistan dikin. Kesên niha di jiyan de ne û xebata wan li ber çav e. Kesên mîna Leyla Zana, Mehdî Zana, Celîlê Celîl û Îzedîn Mustefa Resûl mirovên hêja ne û xelkê kurd hurmeta wan digre. Kesên aktuel û aktiv in di jiyana politikî û zanistî de. Ew kesayetî ji perçeyên cuda ne û bi vê yekê behsa yek miletî, yek welatî, yek Kurdistanê tê. Derbasbûna wan navan di romanê de taybetmendiyekê dide naverokê.


Navdarên cihan
Romana “Ez ê yekî bikujim” ser devê lehengên wê ew jar jar xwe dispêre navdêrên cihan. Ez vê şêweyê pir baş dibînim. Hinek ji wan navan û gotinan dibe cara pêşî pêrgî xwendevan dibin û dibe ew ne tiştekê nû be lê di prosesa romanê de hatina wan navan bi serê xwe dewlemendîyeke, bo romanê û xwendevanê romanê. Her wisa ew jîrbûna nivîskar jî diyar dike.

Xwendina her pitûkekê bi naverok û taybetiyên xwe gereke tiştekê taze li têgehiştin û mejiyê mirov zêde bike û asyên pêş wî/wê firehtir bike. Bi gotineke din bi qasî serê derziyekê jî be, ew huşyartir û zengîntir bibe. Ew mînakên biçûk û pir wate li vir û li wir weke aksesuarekê ciwan li naveroka romanê tê kirin û pê tê xemilandin. Du mînak:.

Neron mêrxasî kir û agir bi zirecêba Romayê xist, diya xwe kuşt, bû dîrok. Ew birçiyê desthilatdariyê bû
Descartes (Cogito, ergo sum) ez difikirim loma ez heme

Erotik
Erê rast e ew pir bi kêmî derbas dibe li vir û wir lê ew derbas bûn fenemeneke taze ye di romana kurdî de. Bo civata kurdî dibe ev tema hinekî zehmet bê daqurtin û heya hinekên muhafazkar wê bi şerm û bêedebî binav bikin. Erotîk beşeke ji jiyana mirov e û loma jî gereke nivîskarên kurd bikarin û biwêrin vê mijarê bînin ziman. Bêguman di berhemeke edebî de pir ser jîrî û hunermendiya nivîskar dimîne. Mebest li vir herzaniya peyvan nîn e belku jîrbûn, berzbûn û pir wateya wan peyvan e.
Li vir dîmenek wekî mînak:
“Derpîkekî kinik û sudyanekî ku bi zorê herdu memikên wê ên gir nixumandine lê ne. Rengê herduyan jî keskê vekirî ne. Çend mûyên berzika wê xwe di bin derpîk de dirêjî derve kirine”.
Çend mînakên din jî derbas dibin ser vê mijara tabû lê mebest li vir ne ew e mirov zêde mînakan bide.

Realîstbûna jiyan
Di dema xwendina romanê de pir nimûneyên jiyan, rastiyên bîrkirinê, mînakên ku mirov xwe û dewrûpişta xwe têde dibîne. Ew rastî û dîmenên jiyanê buhayekê dide naverokê û kredibilitiya wê zêdetir dike. Roman tije ye bi van nimûneyan. Yek mînak ji qerebalixiya bajêr:
“Her kes qelebalixê dikin. Ji vî aliyê dikanan bangî ên aliyê din dikin. Bi barebar tiştan difiroşin, mirov newêre di ber dikan û restorantan re derbas bibe, tu nemaye ew bi milên mirov bigirin û mirov bi zorê bikşînin hundir”

Rexne û çend serincrakêşan
Di romanê de hinek bûyer û rûdan derbas dibin ger mirov bala xwe bide dijatiyek di wan de heye. Ew dijatî pirsan di serê mirov de çêdike. Ez ê li jêr behsa du mînakan ji wan bikim.

Yek)  “Wê (diya Temo s.s.) ez neşandim dibistanê jî, lê ji min re sindoqekek boyaxê kiribû, ez dişandim bajêr, da ji sibehê heta êvarê bi destikên xwe ên biçûk solên zilamên simêlboq boyax bikim…” rûpel 22
Û paş di dibêje: “Ez wek wî neçûme dibistanan, lê min ji wî bêtir xwendiye. Kitêbên heta niha min xwendine hûn bidin ser hev wê kitêbxaneyekê dagirin”
Li vir dijberiyek heye, mirov çawa dikare ew qas kitêban bixwîne bêyî ku biçe dibistanan. Erê mirov dikare bi hewlên xwe ên individ xwe bike xwendevanekê çalak lê ew nimûne genial in û pir kêm tên dîtin. Dûrî aqil e lê ne absurd e, dibe lê mirov biguman e!
Temo ji hez pitûkan dike, ew xwendevenekî baş e û pirî caran behsa xwendinê dike û qîmetekê dide pirtûk xwendinê û bi wê xwendinê, ew kêmasiya neçûna dibistanan tije dike. “…heke biaqilên bajêr mehê kitêbekê bixwînin, ez heftê du kitêban diqedînim.”  Û bi vê ew xwe biaqiltir, zanatir û jixwe piştrastir dibîne. Jixwe gelek caran ew axavtinên pir aqilane, bi lojîk û pir wate dike.
Du) Temo jibo rizgariya bajêr kete zindan, îşkence xwar, nexweş ket, azar dît. Diyana bû gerîla, şer kir ji bo welat, hat girtin, lêdan xwar, bi kerameta wê hat lîstin, hat bêgav kirin tiştên ne li cih bike. Di romanê de pir behsa xebata ji bo bajêr tê kirin. Lê çima bajêr ne welat. Welatparêzên kurd ji bo welatekî serbixwe şer kirin, ji bo Kurdistaneke azad xebat kirin, di zindanan de êş dîtin.
Lê  çima  welat hatiye guhertin bi bajêr pirseke vekirîye. Dibe jibo ku roman qalibekê polîtîkî li xwe neke?!. Xebata ji bo rizgariya bajêr simbolike ji bo welat û ew pirtir rengekê romansî û nûjeniyê li xwe dike. Daxwaza genc û entelektuelan guherîna sîstemê ye, edaletbûn û mafê mirovan e. Û bi wê ve rizgariya welat û Kurdistan tê. Di hişê her xwendevanekê romanê tim welat û Kurdistan heye.
Bi dîtina min ew romaneke polîtîkî ye, bi zimanekê qedexekirî hatiye nivîsîn lê ji ber hinek egerên taybet, nivîskar xwe spartiye hinek guhertinên taktîkî û ew bi awakê jîr û jêhatî kirine û romana xwe pêşkêşî xwendevan û auditoriya kurdî kiriye.
 Ez bawer im guherîna “rizgariya welat” bi “rizgariya bajêr” û ne derbasbûna peyva “Kurdistan” dilêmek bû bo nivîskarê romanê. Her çend bi kêmî be jî ew behsa rizgar bûna welat jî dike. Ew li derekê dinivîse: “Jixwe gava me welat û bi welêt re ev bajarê qedîm rizgar bikira…”
Lê dîsa jî ne dûr e hinek rexnegir rexneyan li nivîskar bikin ser peyva “Welat” û “Kurdistan” û wan wekî kêmasiyekê nîşan bidin û ev tiştekê normal e. Dîtin û têgehîştinên cuda wê hebin ser vê yekê û her kes wê romanê bi çav û têgehîştina xwe bibîne, bixwîne û wê şirove bike. Lê bi dîtina min Firat Cewerî ew tercih bi serkeftî kiriye. Mirov pir bi wan kêmasiyan nahese. Min jî dixwest ez peyva Kurdistan bibînim derbas bibe di hundirê romanê de lê neanîna wê peyvê bi çi awayê ji nirx û hêjabûna romanê naêyne xwar.

Peyvên dawî
Diyar e ku nivîskar xwe pir êşandiye ser romanê bi taybetî di beşa yekê de. Psîkolojiya Temo, tevger û livandina wî baş tê xuya kirin. Ew bi peyvan dilîze mîna maystorekê ziman. Beşa duyem sosyolojiya civata kurdî bi awakê dîrekt û îndîrekt tê nîşandan, nerxandin û rexne kirin
Mirov dikare pir ser vî beşî duyem rawiste, bi nivîskar be yan dij wî be, tesbîtên wî rast yan şaş bibine, dîtinên wî baş yan xirab binirxîne ev tiştekê din e. Nivîskar bi azayî dîtina xwe ser civata kurdî tîne ziman, tiştên tabû û bivê bi zimanekê nerm radixe ber çavên xwendevan. Em digel dîtinên nivîskar bin yan na, hin bûyerên romanê bi dilê me be yan an; ew berhemeke edebî ya modern û hêja ye.
 
Bi jîrbûna nivîskarekê senaryo jî ew roman bi hêsanî dikare bibe filmekê jêhatî û serkeftî.

suleimansulevani@yahoo.se

***

Nivîsên Suleiman Sulêvanî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Bersiva Celadet Bedirxan li ser alfabeya Latînî ya Tewfiq Wehbî Beg
- Tewfîq Wehbî Beg û alfabeya latînî

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 20 04 2026

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Klîba Hefteyê: Rojda "Şengal"

ad

Xelata Aştiyê dan dayikên arjantînî

ad

Panzêrek mezin derket pêşberî Beşîktaşî!

ad

Li Kuweytê hilbijartin li dar ket

ad

Jinên Zelandaya Nû dîrokek nû li dîroka xwe kirin

ad

Ji nû ve pirtûkên Omer Dilsoz

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

Klîba Hefteyê; 'Destana Serhedê'

  • 23 04 2026
news

Li Amedê dem dema şanoyê ye

  • 22 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname