Diyarname
Yek ji rêveberên Yekgirtuya Îslamnî Ebûbekir Elî ragihand ku çar partî yên wekî YNK, Tevgera Goran, Komelay îslamî û Yekgirtûya îslamî li hev kirine ku ji bo 2 salên din Mesûd Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê bimîne. Lê Peyvdarê Polîtbîroya YNK'ê helwesta Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê derbarê dirêjkirina wîlayeta Serokatiya Herêmê ragihand ku Yekîtiya Niştîmanî bi tu awayî rêkeftin li ser dirêjkirina wîlayeta Serokê Herêmê nekiriye.
Elî ragihandibû ku beramberê vê ji PDK'ê xwestine ku qebûl bike piştî van du salan êdî Serok ji aliyê parlemenê ve bê hilbijartin. PDK îro dê li ser mijarê biryarek bide.
Lê piştî ev nûçe belav bû, ji YNK'ê bersiv hat. Li gor malpera Pukmediayê Peyvdarê Polîtbîroya YNK'ê Îmad Ehmed diyar kir ku ne di hevdîtinên du-alî, ne jî di yên çend-alî de jî derbarê dirêjkirina wîlayeta serokatiya Herêmê rêkeftin çênebûye. Her wiha got ku divê sîstem parlemanî be û desthilatên Serokê Herêmê bi riya parlemanê werin diyarkirin û dengdan li ser çêbibe. Ji ber ku Yekîtî soz daye ku gel li ku be, ew jî li wir e.
Peyvdarê fermî yê YNK`ê axaftina xwe berdewam kir û got ku ew nûçeyên bi riya hin dezgehên çapemeniyê têne belavkirin ku rêkeftin di warê dirêjkirina wîlayeta serokê Herêmê di navbera aliyên siyasî de çêbûye, dûr in ji rastiyê.
2 sal berê dema Serokatiya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî temam bûbû, bêyî hilbijartin çêbe partiyan li hev kiribû û 2 sal peywira wî dirêj kiribû.
Li gor biryara 2 sal berê gere 20'ê vê mehê peywira Barzanî temam biba.
Di nîqaşa ku îsal hat kirin de PDK'ê dixwest dema Serokatiya Barzanî du salên din bê dirêjkirin lê YNK û Goranê dixwest êdî dema serokatî neyê dirêjkirin beramberî vê ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê hilbijartin çêbe.
Di 23'yê pûşpera 2015'an de YNK û Goran pêşnûmaya zagona serokatiyê pêşkêşî Parlemena Kurdistanê kiribû lê PDK danişîna nîqaşa li ser vê pêşnûmayê boykot kiribû û beşdar nebûbû. Li ser vê yekê pêşnûma nehatibû nîqaşkirin.


