Diyarname
Di Lîga Şampiyonan de maçên duyemîn ên nîv fînalê têne lîstin. Yek duh hat lîstin, ya din îro ye.
Duh tîma Îtalyayê Interê tîma din a îtalî Milan kir mêvan. Intera ku di maça yekemîn de bi 2-0 bi ser ketibûn, li mala xwe jî firsend neda Milanê û bi 1-0 maç bi dest xist.
Bi vê yekê Inter derket fînalê û li benda reqîbê xwe ye.
Di maça din a nîv fînalê de Manchester City û Real Madrid li Îngilistanê tên hemberî hev. Maça li Spanyayê bi 1-1 bi dawî bûbû.
City ku li hemberî Real Madridê bêsiûdî li ser e, dixwaze vê bêsiûdiyê bi ser xwe re biavêje. Real Madridê ku îsal di lîgê de şampiyonî teslîmê Barselonayê kir, di qala navneteweyî de dixwaze kûpayê bibe mala xwe.
Maç li gor saeta Amedê saet 22.00'an de tê lîstin.
Maça fînalê 10'ê meha pêşiya me dê bê lîstin.


