Diyarname
Bloka Aştiyê dê bi sed hezaran kesî Meşa Aştiyê li dar bixistan lê Walîtiya Stenbolê ew meş qedexe kiribû. Li ser vê yekê Bloka Aştiyê li Aksaraya Stenbolê bi girseyî daxuyanî dabû çapemeniyê. Niha blokê biryar girt ku ji dêvla meşê vê carê Mîtînga Aştiyê li dar bixe.
Mîtîng dê 9'ê vê mehê saet 17.00'an de li Bazara Gel a Bakirkoy bi diruşma "AKP dê şer, em dê aştiyê biparêzin" li dar bikeve. Ji bo mîtîngê serî li walîtiyê hat dayîn.


