Diayrname
Pêşkêşvana Medya Haber TV'yê Heval Arslan li bajarê Ninove ya Belçîkayê hat binçavkirin.
Rojnameger Heval Arslan li Fransayê mezin bûye. Ji bo karên rojnamegerî li Belçîkayê bû. Ji sala 2003'yan ve ji bo kanalên wekî Roj TV, Med Nûçe, Medya Haber TV xebitiye. Hê jî li Medya Haberê bername çêdikir.
Heval Arslan di zarokatiya xwe de ligel malbatê koçî Fransayê kiriye. Li wê derê xwendiye û li zanîngehê ji beşa çapemenî mezûn bûye. Arslan demek berê ji bo pasaportê çûbû Balyozxaneya Tirkiyeyê lê pasaport nedabûnê. Arslan niha li Belçîkayê hat binçavkirin.
Li Tirkiyeyê der barê Arslan de doz hatine vekirin. Li bin çavan hatiye tehdîdkirin ku dê teslîmê Fransayê bikin û ji wir jî îadeyî Tirkiyeyê bikin.
Ew di heman demê de di nav avakar û endamên rêveber a Komeleya Jinan a Kurd-RO-JIN de cih digire ku ev komele bi awayekî fermî li Belçîkayê hatiye avakirin.
Rojnameger Heval Arslan niha li navenda dersînorkirinê ya Bruggeyê binçavkiriye.


