Diyarname
Heyeta HDP'ê ku ji bo komkujiya Zergeleyê çûbû başûrê Kurdistanê hevdîtinên xwe didomîne. Li bendê ne ku heyet sibê vegere Tirkiyeyê.
Heyeta ku ji parlamenterên HDP’ê Osman Bayddemîr, Kadrî Yildirim, Huda Kaya, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Nazmî Gur, endama Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê Hatîce Altinişik, Nûnera DBP’ê ya Hewlêrê Şîlan Emînoglu pêk tê, pêşî çû gundê Zergeleyê û li wir lêkolîn kir. Di lêkolînê de jî hat dîtin ku sivîl hatine bombekirin.
Heyet dûre li Başûr çû serdana rêveber û partiyan. Heyeta duh li cem Serokê Herêma Kurdistanê Mesût Barzanî bû. Dûre çû heyetê bi Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl, endamên polîtburoya YNK’ê Sadî Ehmed Pîre û Omer Feteh û her wiha Berpirsyarê Têkiliyên Dîplomatîk ên Tevgera Goran Heme Tofîq Rehîm re hevdîtin pêk anî.
Heyeta HDP'ê îro dê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî û Serokê Parlemenê re hevdîtinê pêk Bîne û dûre vegera Tirkiyeyê
Serokê Heyetê Osman Baydemîr di hevdîtinê de got: "Yekîtî û piştgirîdayîna tevayî parçeyan û gelê kurd wê her parçeyê Kurdistanê di xala serketin û serxwebûnê de bigihîne asta jor. Ez hêvîdarim di mijara pêkanîna aştî, demokrasî û azadiya gelê kurd de wê têkiliyên me wiha bi xurtî bidomin."
Heyet piştî vegere Enqereyê li wir bi civîneke çapemeniyê raporê pêşkêşî raya giştî bike.


