logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

KCD'ê banga ji bo aştiyê kir

Kongreya Civaka Demokratîk piştî komcivîna xwe ya awarte encamnameya komcivînê weşand û banga aştiyê kir.

  • Dîrok: 09/08/2015
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Kongreya Civaka Demokratîk piştî komcivîna xwe ya awarte encamnameya komcivînê weşand û banga aştiyê kir.

Di daxuyaniyê de KCD'ê got ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, ku pirsgirêka herî  bingehîn a Komara Tirkiyê ye û ev sê sal in mijara muzakereyan e, ya ku li gorî rihê vê pêvajoyê bû, divê Tirkiyeyê bi  Rojava re têkiliyên xwe bi pêş bixista û alîkarî bida şoreşa Rojava û wiha dom kir: "Polîtîkayeke bi vî awayî dê yekîtî û biratiya gelên me bi pêş bixista û di warê pêşveçûnên aborî, siyasî, civakî û demokrasiyê de fersendên mezin biafirandana. Lê belê Dewleta Tirkiyeyê û hikumeta AKP’ê dev ji polîtîkayên tunehesibandina kurdan berneda û kurd ji bo xwe wekî  xetere dîtin. Encama vê polîtîkaya 90 salan ku li ser dijberiya kurdan hatiye damezirandin, bi qasî Tirkiyeyê Rojhilata Navîn jî kir nav bêaramiyê."

KCD bal dikişîne ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah OCALAN ku di Newroza 2013’an de kiribû û dibêje ku êdî dê çek rawestiyana û fikir  pêş biketan, dê rêbaza nû ya têkoşînê, raman û siyaseta demokratîk bûya, ji bo vê jî bi taybetî  divê  dewletê  di warê zagonî de gavên pêwîst biavêtana lê mixabin di van sê salên ku çek rawestiyabûn de, dewletê peywira xwe bi cih neanî û tiştên ku diviyabû bikirana, nekir.

KCD'ê bal kişand ser piştgiriya gel ku di hilbijartinê de da HDP'ê û dûre li ser operasyonên dewleta Tirkiyeyê yên li hemberî Qendîlê sekinî. KCD'ê wisa got: "Operasyona li heremên Qendîlê ku, kesên sivîl jî hatine hedef girtin û li Gundê Zergelê 8 însanên me hatine kuştin, dîsa li Silopiyê êrîşa li hemberî gel û qetilkirina sê mirovan û birîndarkirina bi dehan kesan, encama van polîtîkayan e. Em van hemû operasyonên hewayî û qetlîamên ku hatine pêkhatin, bi tundî şermezar dikin. 

Li gorî van nirxandinan;

Polîtîkayên AKP  yên di derbarê rojava de ku bi Tirkiyeyê didin windakirin divê terk bike û bi Rojava re têkiliyên xwe bi pêş bixe. Ev dê ji bo Tirkiye û Rojhilata navîn bibe sedema aştiyê."

KCD'ê wisa got:

"-Divê Dewleta Tirkiyeyê û hukumeta AKP’ê dev ji polîtikayên şer ên ku li hember gelê Kurd dimeşîne  berde û demildest operasyonên siyasî, binçavkirin, girtin û înfazên bêdaraz ên ku li hember siyaset- medarên Kurd  dimeşîne, bi dawî bike. 

Em bang li dewleta Tirkiyeyê û Hukumeta AKP’ê dikin ku, li gorî hevpeymana Dolmabahçeyê tevbigere û xalên deklerasyonê yên ku li ser wan hatibû  lihevkirin bi awayekî  lezgîn, bixe meriyete. 

- Ligel ku tê zanîn Rêberê gelê kurd li Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn teminata aştiyê ye jî, ji roja ku li îmraliyê dîl hatiye girtin heta vê demê pêkanîna tecrîtê ya li ser Rêberê Gele Kurd Birêz Abdullah OCALAN, rewşeke ku bi tu awayî nayê qebûlkirin e. Ji ber vê jî divê AKP û deleta Tirkiyeyê tecrîta li ser Birêz Ocalan bide rawestandin û ji bo ku xebatên çareseriyê bigihîjin encamekê, şert û mercên muzekereyan bên amadekirin û Birêz Ocalan, serbest were berdan.

 -Di pêvajoya çareseriyê de çêkirina kalekol û Bendavan, di encama bombebaranê de şewitandina daristanan, valakirina gundan, xistina meriyetê ya polîtîkayên bêmirovhiştina erdnîgariya Kurdistanê ne û diyarkirina heremên taybet ên ewlehiyê. Bi taybetî jî destûr nedayîna sipartina axê ya cenazeyên şervanên YPG û YPJ’ê, asta êrîşên dewletê datîne holê. Em bang li AKP’ê û dewletê dikin ku dev ji van polîtîkayên ku dê di nava gel de rê li ber qeyranê vebikin û bibin sedema şikestinên mezin berdin. 

-Em bang li AKP’ê dikin ku, dev ji polîtîkayên  qirêj ên li parçeyên din ên Kurdistanê dimeşîne û partiyên kurd li hemberî hev dide şerkirin berde. Divê partî û rêxistinên Kurd jî xesasiyetên gelê me  li ber çavan bigirin, bi taybetî  PDK li hemberî êrîşên ku li ser axa Kurdistanê pêk tên divê helwesta xwe ya neteweyî nişan bide. Dîsa hemû partî û rêxistinên siyasî  ji têkilî û daxuyaniyên ku zirarê didin yekîti û hevgirtina me ya neteweyî dev berdin. 

-Divê dewlet û hukumeta AKP’ê, dev ji êrîşa li hember gelê Kurdistanê û şervanên azadiyê ku li hember çeteyên Daîşê têkoşîna rûmeta dimeşînin û êrîşa ku li hember erdnîgariya Kurdistanê bi tevahî daye destpêkirin berdin. Heke van êrîşên  hovane bidomin, wê deme  li ser bingeha parastina rewa têkoşîna berxwedanî û bi destê xwe çareseriya pirsgirêkên xwe, ji bo gele Kurd helwesteke herî rewa, exlaqî û însanî ye. 

  -Panzehîra rasteqîn ya şer, ciwakeke birêxistinî ye. Tevgerîna rêxistinî û rêxistinbuyina hemû gelê me heta ku hûn bibêjin giring e û heyati ye. Bi vê hişmendiyê, em bang li partiyên siyasî , sazî û dezgeyên sivîl, der û dorên îslamî, civatên ol,bawerî û nasnameyên cûda, rewşenbîr, rûsipî,saziyên jin û ciwanan ên Kurdistanê dikin ku, li hemberî konsepta vê şerê nû ku, dê welatê me bike gola xwînê, di nava yekîtî û piştgiriyê de bin û helwesta  xwe bikin yek.

-Ji bo ku, gelê me gelek bedelên giran dane, aştî û aramî heq kiriye. Ji bo vê jî, bi taybetî  hukumet û alîgirên wî, divê demildest zimanê şer ku, zirarê dide biratiya gelan biterikînin. Ji bo ku pêvajoya çareserî û aştiyeke demokratîk ya rasteqîn  were destpêkirin, di serî de em bang li raya giştî ya demokratîk a Turkiyê, partiyên siyasî, derdorên îslamî , sazî û dezgeyên sivîl, rêxistinên jin û ciwanan û çapemeniya azad  dikin ku, helwest û sekna xwe ya li hemberî şer bipêş bixin, bi hev re, di nav biratiyê de, ji bo jiyaneke azad, însiyatîf û berpirsiyarî bigirin.

- Ev rewşa siyasiya ku çeteyên DAIŞ ê yên hov,  ku di serî de ji bo gelên Rojhilata Navîn û hemû mirova -hiyê bûne tehdît, pirsgirêka Kurd, êdî, ne pirsgirêka Kurdan tenê ye.Pirsgirêk  bûye  pirsgirêka mirova hiyê û divê bi lezgînî were çareserkirin.Ji bo vê ye ku, di çareserkirina pirsgirêka kurd de  em hemû raya giştî ya cîhanê, dewletên Yekîtiya Ewrûpayê û  Netewyên Yekbuyî  vedixwînin  têkoşîna li hemberî şerê li dijî gelê kurd. 

 -Di tecrûbeyên borî de diyar e ku, tu kes bi şer bi ser nakeve û tiştek bi dest naxîne. Divê dewlet polîtîkayên encamnegir ên ku bi salane pêk tîne, biterikîne. Dîsa di çarçoveya mutabakata dolma- baxçeyê de  li pêvajoya müzakereye vegere û agirbesteke ku herdu aliyan girê bide, bixe meriyete ."


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kuralenko: Ji sînorê Tirkiyeyê êrîşê Girê Spî hat kirin

ad

Baluken: Em xweseriya demokratîk pêşniyar dikin

ad

Flick di serê bînî Barselona de wo

ad

Helen Reddy wefat kir

ad

Ji ser înternetê re muzeyên mirov dikarin lê bigerin

ad

'Hirç û Xwezgînî' derdikeve ser dikê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname