Diyarname
Piştî girtina gelek rojnameyan, niha rojnameyeke bi navê "Gunluk" dest bi weşana xwe kir.
Rojname îro bi manşeta "Kiryar diyar e mirî mechûl e" derket. Xwedî û berpirsê karen nivîsaran ê rojnameyê Ziya Çiçekçi ye û gerînendetiya weşanê yê rojnameyê jî Filiz Koçali û Ayhan Bilgen dikin.
Di nav qunciknivîskarên ku îro nivîsên wan hatine weşandine de Vedat Turkali, Selahattin Demirtaş û Veysi Sarisozen hene.
Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Gunlukê Ayhan Bîlgen daye zanîn ku ewê li ser bingeha çapemeniya azad weşana xwe bikin û wisa gotiye: "Em dê hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê yên mirovan bînin ziman; pirsgirêkên ku moralê têk dibin em dê bînin rojevê. Ji bo civak di serî de pirsgirêka kurd û hemû rastiyan bibîne em dê weşana xwe bidomînin. Em dixwazin bi Gunlukê zimanek hevpartir ê aştiyê, platformek berfirehtir derxin holê. Gunluk dê wekî projeya aştiya demokratîk riya xwe bidomîne. Lê li hemberî pergala heyî û êşên bi cîhanê dide jiyandin jî dê bêtawîz û radikal biweşe."


