Diyarname
Kovara sê mehî Nûbihar bi hejmara xwe ya nû ya havînê gihîşt ber destên xwendevanên xwe.
Nûbiharê hejmara xwe ya 132'yan derxist. Gerînendeyê Weşanê yê Nûbiharê Suleyman Çevik li ser polîtîkayên fermî yên dewletê yên li ser kurdî nivîsa xwe nivîsiye.
Ji nivîsa Roşan Lezgin li ser "Rewşenbîrekî kurd ê winda: Mela Ehmedê Palo" nivîsiye û porteya Palo ku di salên 1930'yî de ji Paloyê koç kiriye û çûye rojavayê Kurdistanê pêşkêş kiriye. Mihemedê Cezawîr Hemkoçer jî portreya dengêjekî kurd ê li Efrînê Cemil Horo nivîsa xwe amade kiriye. Di kovarê de hin nivîsên din ên portre, dîsa gelek nivîsên din ên cur bi cur cih girtine. yek ji van jî nivîsa Yaşan Eroglu ye ku hevoksaziya di kurmancî de girtiye dest. Huseîn Muhammed jî cudatiyên di navbera soranî û kurmanciyê de nivîsiye.
Selman Dilovan ku dîwana Melayê Cizîrî amade kiribû, di vê çarçoveyê de meseleya kopîkirina Dîwanê Mele girtiye dest û fikra xwe aniye ziman.
Di kovarê de gelek helbest jî hatine weşandin. Yek ji helbestvanên kurd ê navdar Rojen Barnas di vê hejmarê de helbestek xwe ya nû pêşkêş kiriye.
Ji bo têkilî û xwestinê: 0212-519 00 09, nubihar@gmail.com


