Diyarname
Navenda Çanda Mezopotamya û HDP ji bo di xebata hilbijartina HDP'ê ya 1'ê Sermawezê de bikar bîne konserek li dar dixe. Pereyên ji vê konserê bêne girtin di xebata hilbijartinê de dê bêne bikaranîn.
Konser bi navê "Ligel HDP'ê Silav ji bo jiyana nû" konser tê lidarxistin.
Konser roja 11.10.2015'an saet 17.00'an de wê li Bakirkoy Halk Pazari (Li kêleka Adliyeya Bakirkoy) li dar bikeve.
Di konsera pirzimanî de wê ev hunermend cih bigirin:
Bajar, Sema Moritz, Golgedekiler, Servet Kocakaya, Vomank, Ozlem Gerçek û Merih Aşkin;
Hunermendên NÇM'ê Rojda, Çiya Şenses (Koma Gulên Xerzan), Zelal Gokçe, Serhat Kural, Ruken Yilmaz, Ciwan Adar, Meral Tekçi, Weysi, Hivda Gokel, Mervan Tan, Nurcan Degirmenci, Genim (Koma Çiya), Serhat Kaplan, Nurhak Kilagoz, Ferit Elalmış;
Hunermendê Navenda Çanda MED'ê Zînê Koçber û Deniz Esmer;
Hunermendê Navenda Çanda Arzela Veysel Ciwan
Bilêtên konserê li NÇM, MED, Arzela, Golge Kultur, Beksav û li rêxistinên navçeyên HDP'ê yên Stenbolê têne firotin.
Ji bo agahiyên firehtir:
+90 (212) 251 85 06


