logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Piştî 21 salan li weşanxaneyê xwe ye
  2. Mirca Lucescu mir
  3. Festîvala Tiyatro ay Amedî bernamey xwu eşkera kerd
  4. Fîlmekî nû bi kurdî 'Strana Axê' tê nîşandayîn
  5. Festîvalê derî vekir: 10 roj wê şahiya fîlman li dar be
news-details

AKP naxwaze kuştinên kiryar nediyar zelal bibin

Ji bo li ser bûyerên kuştinên kiryar nediyar lêkolîn bê kirin BDP'ê pêşniyara vakirina komîsyoneke kir lê bi dengên mebû

  • Dîrok: 01/02/2012
  • Beş: Nûçe

Enqere
Ji bo li ser bûyerên kuştinên kiryar nediyar lêkolîn bê kirin BDP'ê pêşniyara vakirina komîsyoneke kir lê bi dengên mebûsên AKP'ê ev pêşniyar hat redkirin.
 
BDP'ê ji bo Komîsyona Lêkolînê ya li ser Kuştinên Kiryarnediyar bê avakirin pêşniyarnameyeke da meclisê. Ji bo pêşniyarname bê nîqaşkirin di Meclisa Tirkiyeyê de civîn li dar ket. Li ser navê BDP'ê, mebûsê BDP'ê yê Amedê Altan Tan axivî, got ku ew kolandinên li Amedê têne kirin ji nêz ve dişopînin û wiha dom kir: "Yek ji kesên dişopîne ez im. Çawa tirm derketin holê ez çûm cihê bûyerê lê mixabin digel gelek hewldanan mixabin ez bi tena serê xwe lêkolînê dikim. Helbet ji bo vê yekê min ji dozgeran destûr girt. Lê hemû wezîrên desthilatdariyê, mebûsên wan her wiha serokên rêxistinên wan ên navçeyan jî bêyî destûrê bigirin karîn lêkolînê bikin. Di bûyerên wisa de pêdivî bi polemîkan nîn e. Tiştên ku divê bêne kirin hene. Ji gava yekem ve divê rayedaran daxuyaniyên zelal bidana."

Tan got ku ji her derê Tirkiyeyê tirm derdikevin, li Amedê di encama kolandina ji bo restorekirinê de derket lê AKP wekî ku ew kolandinan dikin tevdigere.

Mebûsê Amedê Tan got ku li ser cihê niha kolandin pêk tê mebûsên BDP'ê di serdema berê de gelek caran pêşniyarname daye, di Lijneya Giştî ya Meclisê de axivîne lê digel vê yekê jî hikumeta AKP'ê tiştek nekiriye.
Altan Tan got ku cihê tirm hatine dîtin di salên 90'an de navenda JÎTEM'ê bûye, gelek hemwelatî hatine îşkencekirin û wisa got: "Ev tirm aîdê kî ne divê dewlet bersivê bide. Diyar e ku ne aîdê 10 hezar sal berê ye. Ger hemwelatiyên me yên ku DNA dane zarokên wan ne li vir bin, li ku ne? Hemwelatiyên winda bûne li ku ne? Gere em vê zelal bikin. Em 2 pirsan dikin. Ya yekem ev hestî aîdê kî ne? Ya diduyan zarokên hatine windakirin li ku ne?

Tan got ku divê Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê bê avakirin û ev yek lê zêde kir: "Çima ji walî û midûrên emniyetên wê demê napirsin? Ger dibêjin tu agahiya me nîn e wê çaxê hûn çima li wir bûn? We firingî difirotin, ew qas kes hatin kuştin ku hûn dibêjin min nedît, ez nizanim, min nebihîst. Divê ji her kesên ku wê demê li wir berpirs bûn bêne pirsîn û der barê van imrovan de lêpirsîn bê vekirin."

Tan wiha dom kir: "Bi salan me feryad kir, me got bila Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê bê avakirin. Hûn dibêjin dewletê PKK ava kiriye. Ger di arşîva dewletê de ev heye hûn çima eşkere nakin. Hemû kuştinên li ser navê dewletê hatine kirin, li ser navê PKK'ê, Hîzbullahê, belgeyên kî di destê we de hene eşkere bikin. Ev belge di destê MÎT'ê de ne. Van pêşkêş bikin ku Tirkiye bi rastiyan re bila rû bi rû bê û bila aram bibe."

Mebûsê AKP'ê yê Kirikkaleyê Ramazan Can jî axivî û got: Em dijî guhartina roja meclisê ne, ji ber vê yekê emê dengê nayê bidin.

Mebûsê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu axivî û got: "Di warê kuştinên kiryar nediyar û windayan de AKP hişk dadiweste lê heta ku ev rawestina AKP'ê hebe emê jî dijî vê yekê bin. Hikumet dike ku meseleya hestiyan veşêre. Min Fikri Ozgen ji nêz ve nas dikir. Ez wê derê baş dizanim, ew der navenda JÎTEM'ê.  bû lê wê demê min nikarî dozger bibim wê derê. Diya Ozgen hê têdikoşe lê em li vê derê hê nikarin komîsyonekê jî ava bikin. Heyf li we hemûyan."
Li ser vê gotina Tanrikilu ji nav AKP'yiyan deng bilind bû, Tanrikulu got: "Ji dêvla hûn aciz bibin werin em komîsyoenek ava bikin. Mebûsê we ji bo wê derê dibêje 'Zelzele çêbû' Belê zelzele çêbû, di wijdanê we de zelzele çêbû. Ger em komîsyonekê ava nekin emê di bin wê zelzeleyê de bimînin. Werin em komîsyonê ava bikin. Peywirdarên wê demê niha di nava we de ne loma hûn nayên em komîsyonê ava bikin?"

Piştî axaftinan bi dengên 'na' yên mebûsên AKP'ê pêşniyara BDP'ê ya avakirina komîsyonê hate redkirin.


 

Parve Bike

Youtube Me

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news

Dilşêr Bêwar: Pêlên Lacîwerd

news

H. Kovan Baqî: …dayikekê didirû ji dengê min re

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

news
  • 01 04 2026

Nêçîrvan Barzanî diçe Qamişloyê (Hat nûkirin)

news
  • 01 04 2026

Bernameya Yenîsahneyê diyar bû

news
  • 01 04 2026

Komeleyeke din; KURDÎWAR vebû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
Ev jî hene
ad

Li ser Ferhenga Celadet Bedirxan

ad

Li Neqedê faşîstan 2 kurd kuştin

ad

Tirkî jî dikare bê qedexekirin!

ad

Maçey Real Madrid û Manchester City emşo wa

ad

Festîvala Sûc û Cezayê deriyên xwe vekirin

ad

Çapa duyem a ''Masumiyet Muzesi'' jî tê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Piştî 21 salan li weşanxaneyê xwe ye

  • 08 04 2026
news

Mirca Lucescu mir

  • 08 04 2026
news

Festîvala Tiyatro ay Amedî bernamey xwu eşkera kerd

  • 08 04 2026
news

Fîlmekî nû bi kurdî 'Strana Axê' tê nîşandayîn

  • 09 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname