Ev hefteyekê ye dîsa li hemû bajarên kurdan çalakiyên ji bo ziman li dar dikevin.
Dayik, kur, keç, ji heft salî heta heftê salî kurd li bajarên kurd dîsa li qadan in, carinan serî li Midûriyên Perwerdehiyê yên Tirkiyeyê didin ku zimanê kurdî di dibistanan de bê xwendin.
Kurd dixwazin ku zimanê kurdî bi awayekî fermî bê qebûlkirin.
Li ser van çalakiyan xêzkarê kurd, xêzkarê 'Qirixan' Dogan Guzel xêzeke çêkir. Ji bo piştgiriya van çalakiyan em xêza Dogan Guzel pêşkêşî we dikin.
Têbiniyeke: Berî niha ev xêz di rojnameya Ozgur Polîtîka û kovara Zendê de jî hate weşandin. Bikaranîna xêzê di weşaneke din de qedexe ye. Kesên ku bixwazin vê xêzê bikar bînin divê bi awayekî fermî ji xwediyê xêzê Dogan Guzel destûrê bistînin.


