Diyarname
Komeleya Nivîskarên Sînemayê (Siyad) her sal xelatê didi, îsal jî niha dê berendaman eşkere bike.
Siyad ev 41 sal in xelatan dide. Xelatên Siyadê li TirkiyeYê di nav xelatên rêzdar de ne. Li gor daxuyaniya Siyadê îsal dê 4'ê reşemiyê berendamên xelatan diyar bike û merasima xelatdayînê jî dê 22'yê mehê bi merasimekê bide.
Xelatdayîn bi dengdayîna endamên Siyadê di 13 waran de xelat tê dayîn. îsal beşên "Belgefîlmê herî serketî" û "Kurtefîmê herî serketî" jî li vê beşê kirine. 4'ê meha pêşiya me dê daxuyaniyeke çapemeniyê bê dayîn û berendam bêne eşkerekirin.
Her wiha Siyad her sal xelata Rûmetê û xelata Kedê jî dide. Xwediyên van jî dê di rojên pêş de bê diyarkirin.
Par fîlmê derhêner Semih Kaplanoglu "Yumutra" (Hêk) di warê Fîlmê Herî Serketî û Derhênerê Herî Serketî jî têde di 8 waran xelat girtibû û mohra xwe li şeva xelatdayînê dabû.


