Diyarname
Şîrketa Lêkolînê Gezîcî di navbera 17-18'ê vê mehê anketek nû çêkir. Li gor anketa Gezîcî AKP sedî 41.3 dengan digire, CHP sedî 27, MHP sedî 15.6 û HDP jî sedî 12.5 dengan digire.
Li vir tiştê balkêş ew e ku bi vê encamê bidestxistina mebûsan e. Di vir de ev encam derdikeve û HDP li meclisê dibe partiya 3'yemîn:
AKP: 262 mebûs
CHP: 137 mebûs
HDP: 77 mebûs
MHP: 74 mebûs


