Diyarname
Îro 9'emîn salvegera dagirkirina Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve û kuştina bi hezaran kurdên êzîdî bû. Bi gotineke din îro salvegera "Fermana 73'yemîn" bû.
Ji bo îro li gelek bajar û welatan gelek çalakî hatin li dar xistin.
Me ew dan hev. LI IRAQÊ KOMXEBATEK LI DAR KET Li Şengalê komxebata bi navê ‘Yekîtîya me hêza li dijî zilmê ye’ li dar ket. Li ser navê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê Dawid Cindî axivî û got; “Me xwest em dengê Şengalê û Deşta Nînowayê bikin yek. Em weke Heyeta Tensiqî ya Şengalê dixwazin beşdarî bernameya hikûmeta Iraqê ya li ser Şengalê bibin û divê hikûmet vê tifaqa me esas bigire.’’ 'PIRSIRÊKA ŞENGALÊ PIRSGIRÊKEK SIYASÎ YE' Li ser navê Waliyê Mûsilê jî Elî Emer Gepo di komxebatê de axivî û got: ‘’Em vê roja reş bibîr tînin, em ji hemû dinyayê re dibêjin ku DAIŞ liv ê çiyayê pîroz şikest. Gelek êş bi me dan kişandin lê me difna wan li erdê xist. Wê dîrok berxwedana Çiyayê Şengalê binivîse. Ez weke kesekî Êzidî dibêjim, pirsgirêka Şengalê pirsgirêkek siyasî ye.’’ LI ŞENGALÊ BI HEZARAN KES MEŞIYA Bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Şengalê bi hezaran kes meşiyan. Meşa şengaliyan ji ber avahiyay Meclisa Gel a Şengalê bi dirûşmeyên li dijî êrîş û xiyaneta li civaka Êzidî ya Şengalê hatiye kirin, heta Sûka Kevin ya Şengalê dewam kir. Li Sûka Kevin ya Şengalê meş veguherî mîtîngê û peyamên girîng hatin dayîn. Di meşê de peyama misogerkirina xweseriya Şengalê derket pêş KONFERANSA LI BEXDAYÊ Li Bexdaya Iraqê konferansek ji bo Şengalê hat lidar xistin. Di dawî de encamname hat eşkere kirin. Di encamnameyê de wisa hat gotin: - Bila Hikûmeta Iraqê lêpirsînê derbarê tawanbarên komkujiya Şengalê de bide destpêkirin ku der barê PDK'ê de jî. Bila hikumet Peymana 9’ê Cotmehê ku li derveyî îradeya Êzidiyan hatiye kirin betal bike. - Di 9’emîn salvegera jenosîdê de, em bang li hemû hêz û aliyên siyasî yên Iraqê bi taybet nivîskar, rewşenbîr û saziyên demokratîk dikin ku azadî û mafên pêkhateya Êzidî biparêzin. Li dijî êrîşên hovane yên li ser gelê Şengalê helwesteke tund nîşan bidin û piştgiriya Rêveberiya Xweser a Demokratîk bikin. LI ERÎWANÊ DAXUYANÎ Saziyên Kurdên Êzidî yên li Ermenistanê çalakiyeke lidar xistin. Girse li Parka Oxakatev ya Erîvanê li hev civiya. Li ser wate û giringiya rojê parlamenter Kinyaz Hasenov, Egîdê Fêro, Endama Yekîtiya Jinên Azad Seyrana Celad, Şêx Cemal û berpirsê Radyoya Erîvanê Tîtalê Kerem axivîn. HIN MEŞ û MERASIM - Li Mexmûrê bi sedan kes ji bo Êzidiyan meşiyan. - Li salona Hizba Komunîsta Kurdistanê ya Silêmaniyê bi pêşengiya Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) û beşdarbûna hinek aliyên siyasî, nûnerê Rêveberiya Xweser ya Şengalê û welatiyan merasimek li dar ket. LI HERÊMA CIZÎRÊ DAXUYANÎ Li ber avahiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ya li navçeya Amûdê bi amadebûna endamên rêveberiyê daxuyanî hat belavkirin. Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Vîviyan Beho Osê daxuyanî xwend û got, "Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku komkujiya li Şengalê wekî jenoside ragihîne. Bila civaka Êzidî jî xwedî li rêveberiya xwe ya xweser derkevin." SEROKOMARÊ IRAQÊ: EMÊ HEWLDANÊN XWE BIDOMÎNIN Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd peyamek belav kir û got: “Heta tawanbarên jinên revandî neyên dadgehkirin û mafên Êzidiyan neyên dayîn, wê ti desthilat, ti wijdan û ti ruhek rehet nebe. Emê hewildanên ji bo lêgerîn û çarenûsa jinên Êzidî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine revandin berdewam bikin.”
- Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir ji bo îro got; “Bîranîna sûcê qirkirina Êzidiyên resen û mêrxas, bîranînek bi êş, dijwar û çokdanîna mirovahiyê ya di sedsala nû de ye.”
- ROJAVA: Ji bo bîranîna şehîdên komkujiyê, li Rojava çalakî hebûn. Gel herikî qadên giştî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mûm vêxistin û şehîdên Şengalê bibîr anîn.
- LI PARLEMENA ALMANYAYÊ: Komek ciwanên kurdên Êzidî yên ku ji destê çeteyên DAIŞê hatibûn rizgarkirin li Parlemena Federal a Almanyayê qala serboriya xwe kirin.
KNK: BILA IRAQ XWESERIYA ŞENGALÊ QEBÛL BIKE
KNK’ê (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê) îro peyamek belav kir û got, "Ji bo çareseriyeke mayinde û demdirêj em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku li gel hikumeta Iraqê, meclisa gel û meclisa jinan a Şengalê bixebite ku Êzidxanê weki herêmeke xweser li nava qanûnên Iraqê û navneteweyî bi cih bike.
Yeşil Sol Parti PÊŞNIYARQANÛN DA MECLISA TIRKIYEYÊ
Yeşil Sol Partî (Partiya Çep a Kesk) pêşniyarqanûn da Meclisa Tirkiyeyê. Parlamentera Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît pêşniyarqanûn pêşkeşî Meclisê kir û got: “Bila êrişên li dijî mirovahiyê yên DAIŞ’ê yên li dijî êzidiyan wekî ‘komkujî’ bêne qebûlkirin.”
PEYAMÊN BARZANIYAN
- Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî di peyama îro belav kiriye de got, “Rêkeftina di navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Iraqê de ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vegera koçberan, baştirîn çareserî ye ji bo bidawîkirina êş û azarên xelkê Şingalê.”
- Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî: “Divê hemû hêzên ku ne xelkê Şingalê ne ji herêmê derkevin û rêveberî û parastina Şingalê radestî xelkê Şengalê û desthilata yasayî bikin. Divê hêzên têkildarî PKKyê û hemû hêzên ku ji derve hatine ji Şengalê derkevin. Wan hêzan ji bo Êzidiyan tenê bêaramî û bêseqamgîrî çêkiriye û birînên Şingaliyan kûrtir kirine. Li gorî me komkujiya Kurdên Êzidî hîn jî berdewam dike. Hîn jî gelek zarok, jin û merên Êzidî yên ku hatine revandin bêserûşûn in. Heta ku yek Êzidiyê revandî jî mabe ev tawan bi dawî naye."
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî: “Ji ber xweferzkirina neyasayî ya milîs û grupên çekdar, xwîşk û birayên me yên Êzidî nekarîne vegerin cihê xwe û navçeya wan nehatiye avakirin.. Pêwîst e rewşa awarte ya li Şengalê bi dawî bibe. Em bejna xwe li ber şehîdên komkujiya Şingalê û tevahiya şehîdên Kurdistanê ditewînin.”
Ji bo fotoyan fermo lînkê bitikînin:


