Diyarname
Rêzikname guherî û bi kurdî reklam serbest bûn lê tenê ji bo TRT 6'ê!
TRT 6 li gor rêziknameya "Bi ziman û lehçeyên cihê dikare weşan bê kirin" weşana xwe dike. Niha di xala 5'an de hin guherîn pêk hatin û wisa hate gotin: "Kanalên ku bi ziman û zavarayên cihê weşanê dikin bi wan ziman û zaravayan dikarin reklamê bikin. Ev reklam tenê di van kanalan de dikare bê kirin." Ev biryar di rojnameya fermî de îro hate weşandin û bi vê yekê tenê TRT 6 dê bi karibe bi kurdî reklaman biweşîne lê kanalên din dîsa dê nikaribin bi kurdî reklamê biweşînin.
Bi vê biryarê TV, radyo û înterneta TRT'ê jî dikarin jê sûde bigirin.


