Diyarname
Li Iraqê 15 mîlyon hilbijêr vê serê sibê ji bo dengdayîna xwe çûm cem sindoqan.
Piştî sala 2005'an iraqî yekem car diçim cem sindoqan û dengên xwe bikar tînin. Hilbijartina li Iraqê vê serê sibê saet 07'an de (li gor saeta Iraqê) dest pê kir.
Li Iraqê 18 eyalet hene û ji van eyaletan li 14 eyaletan hilbijartin pêk tê. Bi giştî 14 hezar û 431 berendam ketine hilbijartin. Di hilbijartinê de walî û rêveberiyên bajaran têne hilbijartin.
Hate gotin ku nêzî mîlyonekî leşker û polîs ji bo ewlehiya hilbijartinê hatine peywirdarkirin.
Di vê hilbijartinê de li herêma kurdan hilbijartin pêk nayê.


