Diyarname
18'emîn Festîvala Fîlmên Karkeran îsal di navbera 1-7'ê mehê de li dar dikeve. Festîvala îsal li Stenbol û Hatayê li dar dikeve. Her wiha bi ser online re jî yên bixwazin dikarin li fîlman temaşe bikin. Temaşekirina fîlman bê pere ye.
Di beşa Stenbolê de li çar cîhan fîlm têne nîşandayîn: Li Kadikoy li sê cihan, Sînematek, Tasarim Atolyesî û Nazim Hikmet Kultur Merkezî. Û li Beyoglu jî li Navenda Çanda Fransiz fîlm têne nîşandayîn.
83 FÎLM HENE
Îsal ji Tirkiyeyê 58 fîlm, ji derveyî Tirkiyeyê jî 25 fîlm hene ku bi giştî 83 fîlm derdikevin pêşberî temaşevanan. Fîlmên li ser ked, bajar, hawir, koç, mafên mirovan û tenduristî di nav festîvalê de cihê xwe girtine.
FÎLMÊN DERHÊNERÊN KURD
Di festîvalê de gelek fîlmên derhênerên kurd jî hene. Ji van derhêner Kazim Oz bi fîlmê xwe "Bir Kar Tanesinin Omru" li festîvalê ye. Aram Dildar bi "Navnîşan", Yilmaz Ozdil bi "Aforoz", Zinar Karabaş bi "Dengê Kilîtan"li festîvalê ye.
BELGEFÎLMÊN LI SER KURDAN
Dîsa hin belgefîlmên li ser kurdan û kurd jî têde dê bêne nîşandayîn. Di vê çarçoveyê de "Her Şey Dahil" ê Volkan Uce, "Boşlukta" ê Somnur Vardar, "Cihana Çopê" ê Kenan Çelik, "Herkes Topraga Gomulur, Ben Suya" ê Fettullah Çelik, "Her şey yolunda" ê Muhammet Beyazdag dê bê nîşandayîn.
Her wiha belgefîlmê derhêner Serhat Çelik ê bi navê "Karanfil Meydani" ku li ser Dayikên Şemiyê hatiye kişandin jî di bernameyê de ye.
***
- Malper: http://diyarname.com
- Twitter: https://twitter.com/diyarname1
- Facebook: http://facebook.com/diyarname
- Mail: diyarname@diyarname.com
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


