Diyarname
Vê êvarê dema Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş di erebeya xwe de bû li Amedê kes an hin kesan gule bera erebeya Demîrtaş daye.
Demîrtaş ji bo ANF'ê axiviye û wisa gotiye: "Di erebeya gule têre derbas nabe de, ji aliyê camê paşîn ê erebeyê, di asta bilindiya serî de me şopa guleyan dît."
Demîrtaş gotiye me deng nebihîst lê dema em ji erebeyê daketin me şopa gule dîtiye.
Her wiha Demîrtaş diyar kir ku ji bo lêkolînê erebe birine laboratuara krîmînal a midûriyeta emniyetê, lêkolîn kirine, lê dendikê guleyê nehatiye dîtin.
Piştî bûyerê Demîrtaş ji twîtterê nivîsî: "Mirin bi emrê Xwedê ye."


