Diyarname
Bernameya 27'emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê hate eşkerekirin. Festîval îsal dê di navbera 5-20'ê avrêlê de li dar bikeve û di bin 20 beşî de dê 200 fîlm bêne nîşandayîn. Di festîvalê de Nifşê 68'an jî dê bê bibîranîn. Her wiha fîlmên bi kurdî jî hene.
Ji bo pêşkêşkirina bernameya festîvala ku ji aliyê ÎKSV'ê (Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê) ve tê lidarxistin li Lokantaya Rejans a Beyogluyê daxuyaniyeke çapemeniyê hate li dar xistin.
Di daxuyaniyê de Serokê ÎKSV'ê Şakir Eczacibaşi, Berpirsê Ragihandinê ya Konseya Ewropayê Philippe Potentini, ji Sponsorê Festîvalê Akbankê Murat Gollu û Kordînatora Festîvalê Azize Tan beşdarî civîna çapemeniyê bû. Eczacibaşi di çapemeniyê de li ser beşên festîvalê yên girîng sekinî û got; "Di festîvalê de Nişfê 68'an heye gelek girîng e. 68 nifşê tevgera ciwanan e. Serdema ku ciwanan serî hilda ye. Ji bo 40 saliya vê em nifşê 68'an bibîr tînin." Her wiha Eczacibaşi got yek ji beşên girîng jî beşa Mafên Mirovan e û diyar kir ku di vê beşê de îsal dîsa dê xelatê bidin fîlmekî.
Xelata Mafên Mirovan dê bê dayîn
Di festîvalê di beşa "Di Sînemayê de Mafên Mirovan" de dê Xelata Sênemayê ya Konseya Ewropayê (FACE – Council of Europe Film Award) bidin fîlmekî. Li ser vê yekê Berpirsê Ragihandinê ya Konseya Ewropayê Philippe Potentini wisa got; "Ji bo Konseya Ewropayê rûmeteke mezin e ku bi Festîvala Stenbolê re dixebite. Tirkiye ji 47 welatên Konseya Ewropayê yek ku salên dirêj in endam e û xwedî dîrokeke sînemayê ya serbilind e. Em girîngî didin sînemayê û sînema di pêşxistina mafên mirovan de girîng e. Di vî warî de emê xelateke bidin fîlmekî."
Festîval 4'ê avrêlê li Lutfu Kirdar Kongre ve Sergi Sarayi bi merasimeke vekirinê dest pê bike û di şevê de ji ber keda wan a ji bo sînemayê de Xelata Rûmetê bidin Ekrem Bora, Ediz Hun û Îzzet Gunay
Bilêtên festîvalê îsal tam 10 YTL, ji bo xwendekar û kesên bi ser temenê 65'an re 7 YTL û seansên nav hefteyê jî bi 3,50 YKR bêne firotin.
Festîval ku dê bi xebatên atolye û gotûbêjan rengîn bibe dê li salonên sînemayê, li Beyogluyê li Emek, Fitaş 1, Atlas 1 ve Atlas 2, Beyoglu û li Kadikoy jî li sînemaya Rexxê fîlm di seansanê 11.00 – 13.30 – 16.00 – 19.00 û 21.30 de bêne nîşandayîn.
Fîlm dê bikevin pêşbaziyê
Di festîvalê de di beşa Pêşbaziya Navneteweyî de 12 fîlm dê ji bo Laleya Zêrîn, di beşa Pêşbaziya Neteweyî de jî 11 fîlm dê bi hev re bikevin qayişkêşanê. Fîlmên bi beşa Pêşbaziya Neteweyî de ku hin jê bi kurdî tirkî de bi giştî ev 11 fîlm hene: “Multeci / Reis Çelik”, “Hazan Mevsimi: Bir Panayir Hikayesi / Mehmet Eryilmaz”, “Hawar / Mehmet Guleryuz”, “Golge / Mehmet Gureli”, “Ulak / Çagan Irmak”, “Sakli Yuzler / Handan Îpekçi”, “Gitmek / Huseyin Karabey”, “Firtina / Kazım Oz”, “Tatil Kitabı / Seyfi Teoman”, “Ara / Umit Unal”, “Nokta / Derviş Zaim”
Her wiha xelata Efes Pilsen û ya Radîkayê ya Gel jî dê bê dayîn
Nifşê 68'an û Mîrateya Wan
Îsal beşeke taybet li festîvalê kirine "68 û Mîrateya Wan". Di vê beşê de di 40 saliya Nifşê 68'an de ev nifşt dê bê bibîranîn ku bi hevkariya Zanîngeha Bahçeşehîrê li dar dikeve û 11 fîlmên vê beşê jî ji aliyê Kovara Rollê hatine hilbijartin.
Di vê beyê de digel fîlmên biyanî yên li ser Nifşê 68'an fîlmê Bahriye Kabadayi "Devrimci Gençlik Koprusu, Buyuk Zap Şairi” jî dê bê nîşandayîn. Her wiha 10'ê avrêlê de bi beşdariya Murat Belge, Fatmagul Berktay, Ertugrul Kurkçu dê paneleke li Zanîngeha Bahçeşehir li ser Nifşê 68'an jî bê li dar xistin.


