Diyarname
Ji bo lîgên 2'yemîn û 3'yemîn ên Tirkiyeyê hatin kişandin. Ji tîmên kurdan Amed Spor îsal dê koma sor de bilîze.
Ji bo lîgên 2'yemîn û 3'yemîn ên Tirkiyeyê îro li navenda TFF'ê (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) ya li Rîvaya Stenbolê pişke hatin kişandin. Rêveberên TFF'ê û rêveberên lîgên 2'yemîn û 3'yemîn beşdarî pişkeyê bûn. Di serdema 2017-2018'an de di Lîga 2'yemîn de di Koma Spî û Koma Sor de her yekê de 18 tîm cih bigirin.
Reqîbên Amed Sporê
Ji tîmên kurdan Amed Spor îsal ket nava Koma Sor. Reqîbên wê yên di Koma Sor de jî wisa çêbûn: Afjet Afyon, Bodrum Belediye Bodrum, Buca, Etimesgut, Eyup, Hatay, Înegol, Kastamonu, Keçîorengucu, Kocaeli Birlik, Menemen, Mersin îdmanyurdu, Sancaktepe, Sariyer, Sivas Belediye, Tokat û Tuzla spor.
Reqîbên Koma Spî
Tîmên ketin Koma Spî jî bi vî rengî çêbûn: Altay, Bandirma, Bugsaş, Fatih Karagumruk, Fethiye, Gumuşhane, Hacettepe, Kahramanmaraş, Karşiyaka, Kirklareli, Konya Anadolu Selçuk, Nazilli, Nigde, Pendik, Sakarya, Silivri, Şanliurga, Zonguldak Komur...
Di Lîga 3'yemîn de jî tîm li sê koman hatin belavkirin.
Rojên lîstina maçan paşê dê bêne diyarkirin.


