AMED (DÎHA)
Li Amedê ji nîvro de gel ji bo şermezarkirina êrîşa li ser Sûrê derket kuçeyan. Hêzên dewletê êrîşê gel kir û di encamê de 2 ciwan hatin kuştin.
Amediyên ku ji bo şikandina dorpêça navçeya Sûrê ligel mebûsên HDP'ê derketin kuçeyan rastî êrîşê hatin. Meş dê li Parka Esma Ocak dest pê bikira û heta Qada Şêx Seîd dom bikira lê polîsan nehişt gel bê cem hev. Dûre bûyer li gelek cihên din ên Amedê derketin. Li Parka Koşuyoyu ya taxa Kaynartepeyê polîsan bi guleyan êrîşê ciwanan kir. Di êrîşê de Şerdil Cengîz (21) û Şiyar Salman (18) hatin kuştin. Engîn Kayar û ciwanê bi navê Şaban ê paşnavê wî nehat zanîn jî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.


