Diyarname
Di beşa fûtbolê ya Lîga Super Toto ya Tirkiyeyê de nîvekek temam bû. Di nivîka yekemîn a serdema 2015-2016'an de Beşîkşa bi 41 pûanî lîder temam kir. Ji timên mezin ên din ên Tirkiyeyê Fenerbahçe bi 40 pûanî li dû Beşîktaş tê, Galatasaray bi 30 pûanî di rêza sêyemîn de ye. Timên wekî Eskişehir, Mersin İdmanyurdu û Gençlerbirligi di 3 rêzên dawî de cih girtin.
Golavêj: Gomez, Eto
Di 17 hefteyên hatin Lîstin de lîstikvanê Beşiktaşê Mario Gomez û lîstikvanê Antalyayê Samuel Eto bi 13 golan di rêza lîstikvanên herî zêde gol avêtine de yekemîn in. Piştî wan Hugo Rodallega bi 11 golan li dû wan e û dûre Leonard Kweuke û lîstikvanê Osmanlisporê Papa Alioune Ndiaye bi 9 golan tê.
Maçên nîveka duyemîn a serdema Lîga Super Totoyê dê 15'ê meha yekemîn a 2016'an dest pê bikin.
Teknîk dîrektor çûn û hatin
Di vê navberê de ji 18 tîmên Super Totoyê 8 tîman teknîk dîrektorên xwe di vê nîveka yekemîn de guhartin. Galatasaray, Trabzonspor, Bursaspor, Medicana Sivasspor, Antalyaspor, Mersin İdmanyurdu teknîk dîrektorek guhartin, lê Gençlerbirliği û Eskişehirspor du caran teknîk dîrektor guhartin.
Fener hindik xwarin
Di vê serdemê de herî hindik Fenerbahçeyê gol xwarine: 13 gol. Û herî zêde jî Mersin û Eskişehîr xwarine: 36
Beşîktaş zêde avêtin
Di nav tîmên herî zêde gol avêtine de Beşiktaş yekemîn e. Beşîktaşî di van 17 maçan de 41 gol avêtine. Herî hindik Entab, Eskişehir û Sivas gol avêtine: 17 gol.


