Diyarname
Tîma mezin a Spanyayê Real Madrîd piştî ji kar girtina teknîk dîrektor Rafael Benitez tîm teslîmê lîstikvanê efsanewî yê Real Madrîdê Zinedine Zidane kirin.
Teknîk Dîrektorê nû yê Real Madrîdê Zidane li stada Barnebau daxuyanî da çapemeniyê û wisa got: "Ji bo derfet dan min ez kilûba herî mezin a dinyayê bi rê ve bibim ez sipasdikim. Ji bo her tişt baş bimeşe ezê hemû dil û rihê xwe bidim vî karî."
Zidane heta niha teknîk dîrektoriya tîmek mezin nekiriye. Berî Real Madrîdî teslîmê wî bikin wî teknîk dîrektoriya tîma B ya Real Madrîd "Castîlla" dikir. Dê cîgiriya Zidane Santi Solarî bike.
Real Madrîd di bin rêveberiya Benitez de herî dawî ligel Valencia lîst û maç bi 2-2 bi dawî bû. Bi vê yekê R.Madrid 4 pûanan li dû yekemîn Atletîco Madrîd (41 pûan) ma û ket rêza sêyemîn. Di La Lîga de Barselona bi 39 pûanan duyemîn e.
Zînedîne Zîdane di sala 1972'yan de li marsilya hat dinê, ew fransiz e lê bi eslê xwe ji cezayîrî ye. Jiyana wî tije serketin e. Wî jî ligel Madarona, Pere û Ronaldoyê ji Brezîlyayê mohra xwe li dîroka fûtbolê daye. Di salên 1998,2000 û 2003'yan de ji aliyê FÎFA'yê ve sê carar wekî Lîstikvanê Salê hat hilbijartin.
Wî di tîmên mezin wekî Juventus û Real Madrîd de lîst


