logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

‘Tuyê bibî çend salî?’

Dimeşim li kolanên xerîbistanekê. Dengê kaboka sola min di guhê min, dilê min û dîwarên xelkê de olan dide. Carna dengê

  • Dîrok: 05/01/2016
  • Beş: Serbest

Krîstîn Ozbey

Dimeşim li kolanên xerîbistanekê. Dengê kaboka sola min di guhê min, dilê min û dîwarên xelkê de olan dide. Carna dengê teqeteqa kaboka solê û dengê dilê min tevlihev dibin, nizanim ku kîjan deng ji ku derê tê. Bi mêjiyekî tevizandî a wisa ji xwe re digerim bêwate û bêdeng. Li welatekî ku çaraliyê wê girav e dimînim ev sê hefte ne. Hema bêje li her derê wê geriyam mîna qereçiyekê ku kovanan ji xwe re berhev dike. Welatekî bifikirin ku geh dişibe Mêrdînê, geh Heskîfê, geh Antalya. Ji min we ye ku hemû welatên li kêleka avê dişibin hev. Lê nizanim çima Mêrdîn jî di nav vê şibandina min de ye.

Li serê her kuçeyê, li her kolanê çend mase danîne û ji xwe re rûniştine vedixwin. Mîna me ji derd û kula venaxwin, ji kêfa vedixwin û ji bo ku dem derbas bibe xwe bilî dikin. Dema wan heta tu bêjî pir e û derdê wan heta tu bêjî kêm e. 

Li vir ji her aliyê dinyayê mirov hene. Tu bi kê re hinekî hevaltî dikî ji te rojbûna te dipirsin da ku ew roj ji te re peyam bişînin. Li ba van miletê xerîb rojbûn pir û pir girîng e. Ew tenê bi jiyanê dizanin dêmeg. 

Di  nav van fikran de ji nişke ve min xwe di kuçeyên Sûrê de dît. Dengê teqeteqa kaboka sola min hişktir bû. Ji ber ku kevirên me hişktir in deng û olan hişktir in ji cihê din. Ketibûm kuçeya Xana Cemîlpaşa. Ber bi muzexaneya bajar ve diçûm. Ev demekê dirêj bû ku şaredariyê û çend xebatkarên pispor bi kedekê bêhempa hewl didan ku bîranînên bajarekî wekî Amedê di vir de kom bikin. Ber bi wir de diçûm lê min her dît ku Xana Zêluyan derkete pêş min. Di derî de ketim hundir lê min dît ku ketime Xana Hesen Paşa. Derketim derve ku ber bi hedefa xwe de biçim. Meşiyam di wan kuçeyên tengên ku bêhna mirov fireh dikin de. Dengê teqeteqa sola min, dengê dilê min û dengê çekan tevlihev bûn. Lê neditirsiyam. Tenê diêşiyam. Hatim ber Minareya Çarpê. Dengê kevokekê sipî ya xeyîdandî ji dûr ve kete nav dengan. Vê carê dengê zarok û çivîkan qet nedihat.  

Min her dît ku li Deriyê Mêrdînê me û li Çemê Dîcleyê dinêrim. Dengê xuşexuşa ava wê jî  xwe kir nava dengên heyî. Dengê herikîna Dîcleyê tim temsîla  serhildan û êşê ye ji bo min. Goristana Deriyê Mêrdînê wekî hergavîn bêdeng e, li dinyayê guhdar dike. 

Dimeşim û dimeşim lê nagihîjim tu derekê. Jiyan teqeteqek bêdawî ye her tim. Di welatekî perçebûyî de her deng dişibe teqeteqê êdî. 

Min her dît ku li derekê, bi çend hevalên her yek ji miletekî cuda ne re rûniştîme. Yekê pirsî “rojbûna te kengî ye û tu yê bibî çend salî ?” Di guhê min de dengê stranekê ji helbesta Arjen Arî olan da û got “emrê te hê çend û şeş e”. Min jê re got, rojbûna min nêzik e, emrê bedena min dibe 40 û hiş bûm. Û di dilê min de dengekî got, emrê rihê min bi qasî salên bindestiya welatê min e.   

qristin11@hotmail.com

***

Nivîsek din a Krîstîn Ozbey ku berê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:
- Ji '99 Morîkên Belavbûyî' tiştên ji bo min man

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

Romanek û çîrokek, du klasîkên din ji bo kurdî hatin wergerandin #audiobook

news

'Dilop'ek nû derket #diyarname

news

'Azadî: Bîranîn 1954-2021'#Angela Merkel bi navê "Freiheit. Erinnerungen# #diyarname #audiobook

news

Li Geverê bi deh hezaran kes hatin ba hev #podcast #diyarname #deng #live

news

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan ,diyarname podcast festival #diyarname #podcast

news

Efsaneyên Dêrika Çiyayê Mazî: Birca Pîro, Çil xortên bi gulî

news

Kerem bikerê; Bê pere ro fîlman temaşe bikerê #diyarname #deng #podcast

news

Pirtûkek çîrokan 'Kujer Kî ye?' derket #diyarname #podcast #deng

news

Yek helbest, yek destan du pirtûkên nû derketin #diyarname #deng #podcast

news

Salih Amêdî

news

Ji min nayê

news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

news

Stranbêj Salih Amêdî mir #diyarname #podcast #deng

news

Wesiyet e!

news

diyarname podcast festival3 6

news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

news

NOFA / Eylul Nazlier

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 08 2026

Mamoste bi şagirtê xwe yê 14 salî re bêtirî 20 caran raza: Gelo hûn dizanin ji ku ye?

news
  • 20 08 2026

Ji gelek aliyan ve Dêrika Çiyayê Mazî

news
  • 17 08 2026

Navçeyek, mîhrîcanek û fûareke pirtûkan

news
  • 16 08 2026

Jineke bêwestan wêje û zimanê Kurdî vejand; Rewşen Bedîrxan

news
  • 13 08 2026

NÎVGAV

news
  • 05 08 2026

Derûna neteweyî û xwebûnî di navbera serdest û bindestan de

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Feqiyê ku bi Cizîrî re hevaltî kir kîjan Feqiyê Teyran e?

ad

Di 28 saliya xwe de xelata Booker girt

ad

Rojnameger Robert Fisk wefat kir

ad

Li bajarên kurdan çend parêzer hene?

ad

Aziz Yildirim pirtûkên siyasî xwestin

ad

2019: Muzîkarên herî zêde pere kar kirine

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname