Diyarname
Di hilbijartinê de DTP'ê yek jê ya bajêr bi giştî 13 jin kirin şaredar. Vana jinên şaredar ên DTP'ê:
Li gor encamên ne fermî DTP'ê li 13 cihan jin kirin şaredar. Ji AKP'ê tenê 2, ji CHP'ê jî tenê jinek bû şaredar. Her wiha MHP'ê ku 7 jin wekî berendam nîşan dabû lê ew nehatin hilbijartin.
Ji DTP'ê Edîbe Şahîn ji Dêrsimê bû şaredar. Her wiha li Baxalar, Bismil, Licê û Gêlê; li Dêrik û Nisêbîna Mêrdînê; li Gevera Culemêrgê, Bazîna Agiriyê, Qilabana Şirnexê, Gimgima Mûşê, Bostaniçiya Wanê û Wêranşara Rihayê berendamên jin ji DTP'ê hatin hilbijartin.


