Diyarname
Serokwezîrê Rusyayê Vladimir Putin hebûna xwe ya aboriyê eşkere kir.
Li gor vê eşkerekirinê par 4 mîlyon û 622 hezar ruble pereyên Putin hene. Her wiha ji ber ku ew ji KGB'ê malnişîn bûye mehane 100 hezar û 600 rûble (3048 dolar) meaşê digire.
Ji bilî van daîreyeke wî ya 77 metrekareyî, nêzî Moskovayê ersayeke wî ya 1500 metrekareyî, parkeke erebeyan, du erebeyên wî yên bi modelên 1960 - 1965 hene.
Putin negot ku tiştek aîdê jina wî Ludmila heye yan na.
Serokdewletê Rusyayê Medvedev jî duh hebûna xwe eşkere kiribû û li gor vê eşkerekirinê yê ew jî salane 4 mîlyon 136 hezar ruble (125 hezar dolar) kar dike. Ji bilî vê 4700 metrekare ersaya wê nêzî Moskovayê, li bankeyê jî li dor 85 hezar dolarî pereyên wî hene.
Jina Medyedev jî xwedî 4 hezar dolar pere, du cihên parkên erebeyan û erebeyeke wê heye.


