logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

ROHAT AKTAŞ

Hefteya çûyî, ez û çend hevalên rojnameger ên ji rojname û malperên cuda, wekî nobedara nûçeyan li herêmên şer lê heye b

  • Dîrok: 16/02/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fehîm IŞIK

Hefteya çûyî, ez û çend hevalên rojnameger ên ji rojname û malperên cuda, wekî nobedara nûçeyan li herêmên şer lê heye bi hempîşeyên xwe re xebitîn. Derdê me ne ew bû ku em xwe derxin pêş. Derdê me, hevalên me bûn; ew ên ku di rewşa herî zor de nûçeyan çêdikirin, ew bûn. Me dixwest em bal bikşînin rewşa hevalên xwe.

Em wekî koma dûyemîn hatin piştgiriya hevalên xwe. Diyar e ev çalakî, ew ê çend hefteyên din jî bidome. Di koma duyemîn a nobedara nûçeyan de me ewilîn hevdîtina xwe bi hevalên Rohat Aktaş re çêkir.

Li rojnameyên din de çawa ye nizanim, lê di rojnameyên kurdan de baş dizanim ku midûrên nivîsan pirî caran ên herî ciwan in. Ên rêveberiya fermî ya rojnameyên kurdan dikin, her wisa berdêla herî mezin hildigirin ser milên xwe. Hin caran bi salan ceza didin van rêveberan. Ev hevalên me yên ciwan bi rêveberiya fermî dest bi kar dikin û ger ji cezayên dewletê xilas bibin, di vê navberê de rojnamegerî jî pêşve bixin, dikarin bibin yek ji esasên saziyên xwe.

Rohat Aktaş jî ciwanekî wisa bû û wekî midûrê nivîsan li Azadiya Welat dest bi karê xwe kiribû.

Di ewilîn hevdîtîna koma duyemîn a nobedariya nûçeyan de me rewşa Rohat Aktaş, pirsî. Wekî tê zanîn Rohat, li Cizîrê di jêrzemîna ewil de asê mabû û birîndar bû. Bi qasî ku wî bi xwe agahî daye, birîna wî ew qas ne giran e. Di vê navberê de çend car bi rêya telefonê bi hevalên xwe yên Azadiya Welat re û carek jî bi diya xwe re axivî ye. Di her axaftinên xwe de bal kişandiye kiryarên qirêj ên hêzên dewletê û gotiye, “Hêzên dewletê dixwazin me teva bikûjin.” Di axirîn hevdîtîna xwe ya bi telefonê de hem ji hevalên xwe re, hem jî ji diya xwe re, bêtirsiya xwe eşkere gotiye û tenê rêyek nîşanî gel daye: Berxwedan…

Niha ji van ciwanên me, ne tenê hempîşeyê me her wiha rêhevalê me, ji Rohat Aktaş me tu agahî tune ye. Li Cizîrê hêzên dewletê qetlîamek pêk anîn. Bi qasî ku tê zanîn ji 138 kesan çi agahî nayê wergirtin. Her wiha herî kêm 110 cenaze li nexweşxaneyan de ne. Piraniya van cenazeyan hatine şewitandin û nayên naskirin.

Dibe ku yek ji van kesên ku bi destê hêzên dewletê û bi awayekî hovane hatiye qetilkirin Rohat Aktaş be.

Ji bo agahiyên rastîn ên Cizîrê werin bihistin wî bi dilekî hêsan berê xwe dabû Cizîrê. Dixwest rastiya berxwedana Cizîrê, rastiya xwînxwarî û bêwijdaniya dewletê bigihîne dinyayê. Ji bo wî jî li Cizîrê ketibû pey nûçeyan.

Lê niha, em ketine pey wî da ku em bizanibin wan xwînxwar û hovan çi anîne serê wî û hevalên wî. Dibe ku em niha ji Rohatê xwe haydar nebin, lê qet şik nîn e, ew ê dîrok rojek Rohatan jî, xwînxwar û hovan jî binivîsîne. Ew ê Rohatan her tim bilindahiya me bin…

16.02.2016, Azadiya Welat

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Bîrnebûna 91'ê derket

ad

YSK'ê tenê lîsteya 26 partiyan belav kir

ad

Vane 16 tîmên ji koman derketin û dîroka maçên wan

ad

Kovara 'Kurt Tarîhî' êdî wekî dîjîtal jî tê firotin

ad

Kor e çavên te Xwedêyo

ad

Piştperdeya hevdîtina Berzanî Erdogan a Amedê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname